Greva birçîbûnê ya girtiyên li Islahiyeyê di roja 18’an de didome

Li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a 7 girtiyan di roja 18’an de didome.

Li Girtîgeha Tîpa T a Islahiyeyê ya Dîlokê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku li dijî binpêkirinên mafan, girtiyên bi navê Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hîccet Ûmûî yê ji rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye, di roja 18'emîn de berdewam dike. Reşît Dayan û Ûgûr Uyar jî pişt re tevli bûbûn û çalakiya wan di roja 13’emîn de, Umît Ozen jî pişt re tevli grevê bûbû û ya wî jî di roja 10’emîn de berdewam dike. 

Hate diyarkirin wê di 25’ê Nîsanê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) wê biçin serdana girtiyan.