Çalakiyên Ewropayê yên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê didome. Li bajarê Frankfurt a Almanyayê greva birçîbûnê ya ku ev 5 roje didome jinên kurd dewr girt. Çalakger ji aliyê Sendîkaya Alman, baskên ciwanên SPD’ê û nûnerên Die Linke (Partiya Çepgir) ve hatin ziyaretkirin.
LI FRANKFURTÊ GREV Û BO METÎN AYDIN MEŞ
Duh ji rawestgeha Bockenheîmer Warte ya Frankurtê heta ber Qada Haupwache ku konê grevê li wir bû meşek pêk hat.
Nêzî 700 kurdî hatin cem hev û meş pêk anîn. Meş bi pêşengiya ciwanên kurd hat organîzekirin. Di meşê de pankartek ku bal dikişand ser grevên birçîbûnê hat vekirin û her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aktîvîstê kurd Metîn Aydin hatin hildan.
Ciwanan di meşê de bê navber dirûşimên ‘Ji bo Kurdistanê azadî’, ‘Bijî serok Apo’, ‘Ji bo Metin Aydin Azadî’ qêriyan.
Çalakiya ku sirûda Çerxa Şoreşê têde hate xwendin ji aliyê Almanan ve eleqeyek mezin dît. Çalakgeran li gorî wate û armaca çalakiyê belavok belav kirin. Ciwanên Demokratîk a Nû- YDK’ê piştgirî da çalkiyê.
Meşa du saetan berdewam kibri daxuyaniya li ber konê grevê bi dawî bû.