Greva birçîbûnê di rojeva Parlementoya Norwecê de ye

Greva birçîbûnê di rojeva Parlementoya Norwecê de ye

Li Oslo Kurdistaniyan ji bo armanca piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê û her wisa raya giştî agahdar bikin, Kurdan li ber derê Parlamanê belavok belav kirin û çalakiya kurdan bi vekirina konan berdewam kir. Her wiha bi nunerên hemû partiyên siyasî yên vî welatî re hevdîtin pêk anîn.

Roja çarşemê li ber derê Parlamantoyê belavok hatin belavkirin û çalakiya kurdan bi vekirina konan berdewam kir.

Komîteya KNK a Norwecê li ser rewşa girtiyên ku di grevên birçîbûnê de ne dosya amadekiri bûn û radestê hemû partiyên siyasî yên Norwecê kirin.

Hêjayê gotinê ye ku di heman demê de li Parlemtoya Norwecî li ser naskirina qirkirina Enfalê ya ku rejîma BAAS li hemberî Kurdan pêk anî û di encamê de zêdetirê 200 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan jî weke qirkirinê qebûl bike.