Goran yekemîn kongreya xwe civand
Goran yekemîn kongreya xwe civand
Goran yekemîn kongreya xwe civand
Li Başûrê Kurdistanê, Tevgera Goran a bi pêşengiya Noşîrvan Mûstafa di sala 2009'an de ava bû û di hilbijartinên Îlona 2013'an de bi serketineke girîng bû duyemîn hêza mezin a herêmê, yekemîn kongreya xwe civand.
Kongre îro li salona Seîd Ebdulla ya li Hewlêrê destpê kir û tê payîn du rojan dewam bike. Di kongreyê de 1180 delegeyên tevgerê û 200 çavdêr amade ne. Ji rêveberên Goran Umerî Seyid Elî axaftina vekirinê kir û piştre lîderê partiyê Noşîrvan Mûstafa metna li ser rêziknameya partiyê xwend.
Mûstafa got, "Em serbilind in ku li paytexta Kurdistanê Hewlêrê em kongreya xwe ya yekemîn a neteweyî dicivînin."
Tê payîn Goran di kongreya xwe de rêzikname û bernameya nû amade bike û erê bike. Komîteya Amadekar a Kongreyê ya Tevgera Goran der barê rêziknameya hatiye amadekirin de daxuyaniyek da û got, "Ji bo di nava çar salên pêş de partî bi zelalî siyasetê bike, me bername û rêzikname amade kirin."
Tevgera Goran, ji bo kongreyê ti siyasetmedar an jî lîderên partiyan venxwand. Rayedarekî partiyê diyar kir ku kongre ne şahiyeke lê şêrînahî tê belavkirin, pîrozbahî tê lidarxistin, lewma wan pêwistî nedîtine bang li kesî bikin. Ji bo kongreyê bi tenê delegeyên partiyê û çavdêr hatin vexwendin.
Rayedarên Tevgera Goran diyar dikin ku weke partiya bingehîn a mûxalefetê ewê polîtîkayeke hîn aktîftir bişopînin û çi zû çi dereng ewê taliyê bibin desthilatdar.
Tevgera Goran, di yekemîn hilbijartinên parlamentê yên piştî damezrandina partiya xwe de, encamên serketî bi dest xist.
Di sala 2003'an de piştî dagirkeriya Iraqê ji aliyê DYA ve, bi bandora şert û mercên siyasî, aborî û civakî yên li Başûrê Kurdistanê derketin holê, Noşîrvan Mûstafa di sala 2009'an de li hemberî YNK'ê dest bi tevgerekê kir û ev tevgera wî îro li parlamenta herêmê hêza duyemîn a mezin e.
Goran ku di hilbijartinên 2009'an de têkoşîna li dijî nelirêtiyê xist navenda kampanya xwe, bi wergirtina 25 kursiyan re bû partiya bingehîn a mûxalefetê ya li parlamentê. Di hilbijartinên parlamentê yên 21'ê Îlonê 2013'an de jî li dû PDK ya 38 kursî bi dest xist, bi wergirtina 24 kursiyan bû partiya duyemîn. YNK ya ku Goran ji nav derket, deng winda kir û bi tenê 18 kursî bi dest xist. Tevgera Goran di heman demê de di hilbijartinên giştî yên Iraqê yên Adara 2010'an de 8 parlamenter şandibû Bexdayê.
Di mijara kongreyan de sicîla partiyên bingehîn ên Herêma Kurdistana Federal ne baş e. Goran çar sal piştî avabûna xwe kongreya xwe ya yekemîn civand, YNK ya Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî di nava 38 salên xwe de xwe ji bo kongreya çaremîn amade dike. Kongreya YNK'ê dê di 31'ê Çileyê de pêk were. PDK jî ji sala 1946'an û vir ve 13 kongre lidar xistiye. PDK'ê kongreya xwe ya dawî piştî 10 salan di Kanûna sala 2010'an de pêk anîbû.