'Girtiyên siyasî dibin nav girtiyên edlî'

'Girtiyên siyasî dibin nav girtiyên edlî'

Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a 2'emîn a Kiriklarê, diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê girtiyên siyasî dibe nav girtiyên edlî, girtiyên edlî jî tîne nav girtiyên siyasî û bi vê yekê li pey provokosyonê ye û ji ber vê yekê jiyana girtiyên siyasî di talukeyê de ye.

Girtiyê bi navê Nevzat Kiliç yê ku li Girtîgeha Tîpa F a 2'yemîn a Kiriklarê dimîne ji ÎHD'ê re nameyek şand û bal kişand ser pirsgsirêkên li girtîgehê dijîn. Kiliç di nameya xwe de diyar kir ku rêveberiya girtîgehê girtiyên siyasî dibin nav girtiyên edlî, girtiyên edlî jî tînin nav girtiyên siyasî û bi vê pêkanînê girtiyan li hevtîne û dixwazin provoksoyonê pêk bînin. Kiliç, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê bi zanebûn 15-20 girtiyên siyasî birin bloga girtiyên edlî lê tên girtin û ev pêkanîn 7-8 meh berê berdewam dike. Kiliç, da zanîn ku wan xwest ku girtiyên siyasî yên li bloka edliyan tên girtin bi girtiyên edlî yên li bloka girtiyên siyasî tên girtin cih biguherin lê rêveberiya girtîgehê hem daxwaza girtiyên siyasî û hem jî daxwaz girtiyên edlî bi hinceta "cîh tuneye" red kir. Kiliç, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayeke keyfî nêzîk pirsgirêkan dibe û naxwaze pirsgirêkan çaresr bike.

'JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ EM LI BENDE BIHESTIYARIYA WE NE'

Kiliç, diyar kir ku ku bi vê pêkanînê hevalên wan di bin tecrîdeke gelek dijwar de ne û talukeya wan a jiyanê heye û wiha got: "Girtiyên edlî yên li bloka em lê dibînin û hevalên me yên li bloka din dimînin cihê wan bê guherîn dê pirsgirêk çareser bibe. Lê rêveberiya girtîgehê vê yekê nake û me girtiyên edlî di nav hev de digire û bi vê yekê dixwaz em û girtiyên edlî li hev bînin. Rêveberiya girtîgehê bi vê yekê tiştekî baş nafikire. Bi vê tevlî heviyê dixwaze provokosyonekê der bixwe. Di serdemeke tê gotin dê 12'ê Îlonê bê darizandin, pêkanînên 12'ê Îlonê pêk tên." Kiliç, da znaîn ku ji ber pirsgirêkên vegotin gelek pirsgirêkan dijîn û wiha destnîşan kir: "Me ji van pêkanînên girtîgehê nerehet in. Em dixwazin ji bo çareseriya pirsgirêkê hûn bihestiyar bin û tevkariyê ji bo çareseriyê bikin."

DI HEMAN GIRTÎGEHÊ DE KESE BI GUMAN MIRIBÛ

Di heman girtîgehê de girtiyê bi navê Mehmet Kilinç di 3'yê nîsana 2010'an de di hûcreya lê dima ji ber îşkenceya dîtî rakirin nexweşxnaeyê û di 10'ê nîsana 2010'an de jiyana xwe ji dest dabû. Di rapora Kilinç a otopsiyê de serê wî bi temamî hatibû şikandin, mejuyê wî zirar dît, xwîn kete nava mêjû, di vucuda wî de gelek reş û şînî hate dîtin derketibû holê. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê lêpirsîna daye destpêkirin bi awayeke lezgîn bi dawî kir û got Kilinç întxar kir. Malbata Kilinç jî doz bire DMME'yê.