Girtiyên nexweş terkê mirinê tên kirin

Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê bal hat kişandin ku girtiyên nexweş terkê mirinê tên kirin û hate gotin, “Divê demildest serbest werin berdan.”

Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 398’emîn de çalakiya xwe ya heftane li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û ji girtiyên nexweş re azadî” hat vekirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Abdulbakî Harmanci yê li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H’yê tê ragirtin.

Çevîrmen anî ziman ku li gorî agahiyên ji malbata Harmanci girtine ew girtiyek 70 salî ye û nexweşiyên wî giran û kronîk hene û ji dilê xwe bi awayek giran nexweş e û ji ber dermanên wî giran in her tim bêhna wî diçike. Çevîrmen da zanîn ku çavê Harmanci yê rastê qet nabîne ji ber vê yekê rapora wî ya astengdariyê heye û ji ber guhê wî diêşe jî deng baş naçê. Çevîrmen diyar kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora ku Harmanci dikare di hepsê de bimîne daye û ji ber vê yekê nayê berdan. Çevîrmen got ji bo tedawiya Harmanci li derve birêkûpêk bê kirin lazim e tavilê bê berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi mebesta ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Çalakiya 526’emîn a “Rûniştina F” li pêşiya avahiya ÎHD’ê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de pankarta “Hefteya 526’an Rûniştina F Bila Mehmet Salih Fîlîz were berdan” hate daliqandin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin.

 Di çalakiyê de Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe û ev jî rê li ber mirinan vedike. Bi domdarî Acettîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz û wiha got: “Mehmet Salih Fîlîz, destdirêjiya ku di sala 2012’an de Girtîgeha Pozanti ya Edeneyê li zarokan hatibû kirin bi raya giştî re parve kiribû. Lewma hate girtin. Hêj di 16 saliya xwe de hate girtin. Demekî kin beriya girtinê emeliyata apandîsîtê bûbû.  Lê ji ber nedihat dermankirin û xwarina pêwîst nedidanê, ji girtîgehekê veguhestin girtîgehên din. Di vê navberê de rewşa wî xerab bû û ulseratîf Kolît a kronîk, hemoroîd, anemî û herî dawî jî teşhîsa penceşêra rûviya stûr lê hat kirin. Di nameyeke xwe de digot; ‘tola Pozantiyê ji min dihilînin.’ Li gel êşa wî zêde ye û xwîn jê diherike jî nehiştin xwarin û vexwarina wî baş bibe û bi rêk û pêk were dermankirin. Rewşa Fîlîz her ku diçe girantir dibe û hevalên wî lê dinihêrin. Di 7’ê nîsanê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê hate kirin. Li wir xistin hucreya yekkesî û terkî mirinê kirin.”

Acettîn, da zanîn ku kekê Fîlîz, Mehmet Fîlîz di 11’ê nîsanê de serî li ÎHD’ê da ye û wiha bi dawî kir: “Birayê wî ev agahî dan; ‘Birayê min bi penceşêra rûviya stûr ketiye û her wiha nexweşê anemiyê ye. Ji xwe nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne. Di 7’ê nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê şandin Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê. Ev gelek caran hate sirgûnkirin. Li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê lêgerîna tazî lê ferz kirin û derb kirin. Niha jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Gelek xwîn jê diherike û bi ser hişê xwe de diçe. Divê girtiyek li gel be ku di rewşên wiha de jê re bibe alîkar. Fikarên me ji bo jiyana wî hene.’ Em jî dixwazin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.”

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Sumerbank a berê ya Konakê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nemîne, nebe şirîk ew dimirin” vekiribûn. ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek ku ev 6 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.

Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin daxuyanî xwend û da zanîn ku di demên dawî de agahiya mirina girtiyên siyasî û edlî zêde bûne. Aydin, anî ziman ku heta niha li girtîgehan derb û sepanên tundiyê hebûn û wiha domand: “Niha jî girtiyan neçar dikin ku xwe bikujin. Rewşa girtî Abdullah Ece xetere ye. Ece, li Girtîgeha Kiriklarê bi Covîd-19’ê ket û niha li Nexweşxaneya Çîgliyê entûbe bûye. Hêviya me ew e ku rewşa wî di demekî herî kin de baş bibe.”

Bi domdarî Aydin bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek û wiha got: “Dema Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sûrê dikir, di 3’yê adara sala 2016’an de hate destgîrkirin. 4 rojan di bin çavan de hate îşkencekirin û piştre jî hate girtin. Di nameya xwe ya çileya 2019’an de Ozbek da zanîn ku di adara 2018’an de teşhîsa hîpertrîoîdê lê hatiye kirin û birine Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê. Ozbek, dibêje ku ji bo tedawiyê hewceye rojê 4 caran dermanê THYROMAZOL bi kar bîne. Lê 2 meh piştre Ozbek ji bo tedawiyê bi rînga yekkesî birin nexweşxaneyê. Tevî ku jê re gotibû ku nexweşa bêhnkurtkê ye û nikare bi vê wesayîtê biçe jî.”

Aydin, daxuyand ku Rihan Kavak Ozbek li nexweşxaneyê rastî nêzikatiyên xerab ên leşkerên jin hatiye û wiha bi dawî kir: “Ew leşkerên jin, Ozbek tacîz dikin. Ev rewş di daxwaznameyên ku dabû dozgerî û rêveberiya girtîgehê de vegot. Lê li şûna leşkeran, derheqê wê de lêpirsîn hate destpêkirin. Ji hîper trîoîdê, fitqa piştê, bêhnkurtk, bêhntengî, helîna hestiyan heta gelek nexweşiyên din li Ozbek peyda bûne. Ozbek, di şert û mercên girtîgehê de nayê dermankirin. Ji ber binpêkirinên mafan û şertên girtîgehê, rewşa Ozbek roj bi roj xerabtir dibe. Heke neyê dermankirin, wê nexweşiya hîpertîroîdê veguhere penceşêrê. Beriya ku dereng bibe divê Ozbek were berdan.”