Girtiyên Kurkçulerê: Rûmeta me dişkînin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kurkçulerê diyar kirin hewl didin ku rûmeta wan dişkînin û ev 3 meh in nahêlin ku tedawî bibin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kurkçulerê diyar kirin hewl didin ku rûmeta wan dişkînin û ev 3 meh in nahêlin ku tedawî bibin.
Mazhar Guler, Ekrem Baydohan û Kemal Ozelmali yên ku li Edene Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kurkçulerê girtî ne, derheqê zilm û zordariya li girtîyan tê kirin ji Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş re name şandin.
Girtiyan di nameyê de diyar kirin nahêlin ku girtiyên nexweş tedawî bibin, ev 3 meh in wan nabin nexweşxanê. Leşker rûmeta wan dişkînin, xasma jî li wan ferz dikin û nav devê wan seh bikin.
Girtiyan gotin dema ku ew vê polîtîkaya şikandinê rûmetê qebûl nakin jî tê qeydkirin ku 'qebûl nekirine ku ser wan were sehkirin'' û ''nexwstina biçine nexweşxanê.''
Girtiyan di nameyê de diyar kirin dema ku rewşê ji rêveberiya girtîgehê, rayedaran re dibêjin, bersiv nadine wan, dibêjin,''jandarma ye, li derî qada rayeya me ye'' û gotin, rewşa girtiyên bi nexweşiya kronîk giran bûye. Girtiyan her wiha diyar kirin ku wan serî li Komîsyona Çavdêr a Mafê Mirovan a Meclîsê dane lê ti bersiv nedane wan.
Girtiyan herî dawî got dema ku wan sewqa dikin piştî ku bi cîhana destan û X-rayê ser wan seh dikin, jandarma dîsa bi destan û dedektoran ser wan seh dikin û wê gavê hewl didin ku rûmeta wan bişkînin. Girtiyan xwest ku raya giştî bihîstyar be.