Girtiyên jin yên li Bakirkoyê êdî dernakevin revîrê

Girtiyên jin yên li Bakirkoyê êdî dernakevin revîrê

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê yên di çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de êdî dernakevin kontrola dixtor.

Girtiyên jin yên li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê ji 24'ê îlonê heta niha di çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de biryara êdî dernekevin kontrola dixtor. Ji ber vê yekê jin êdî bi derfetên xwe tansiyon û kontrolên bi xwe dikin.

Navên jin li Girtîgeha Bakirkoyê di 24'ê îlonê de dest bi çalakiya birçîbûnê kirin evin: Fatma Koçak, Ayşe Oyman, Melek Dolaz, Ayşe Guney, Semra Tekîn, Çîmen Turk, Canan Guler, Nurcan Can, Hacîre Tanirgan, Hanim Çelîk.

Navên jinên di 15'ê cotmehê de li Girtîgeha Bakirkoyê dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin evin: Pervîn Yerlîkaya Babîr, Semra Karabaş, Hulya Yer, Nurcan Yolvercan, Jiyan Polat, Yasemîn Aslan, Ruşan Gultekîn, Aysel Guler, Emel Çetîn, Şahnaz Akdogan, Meltem Yildirim, Belgîn Karaboga.

Hêjayî gotinê ye ku, girtiyên Kurd yên di Girtîgeha Kandira hêjmar 1 de li hemberî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de biryar dan ku dernekevin dixtor.