Girtiyên hatin sirgûnkirî rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatin
Hate hînbûn ku girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Rihayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Aksarayê hatin kirin, rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatin.
Hate hînbûn ku girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Rihayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Aksarayê hatin kirin, rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatin.
Hate hînbûn ku 5 kesên li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Rihayê tên girtin, di 4'ê Adarê roja Înê de bê ku agahî bidin malbatên wan sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin. Malbatên girtiyan, dema ku telefonî malbatên girtiyên li Girtîgeha Rihayê kirin, ji sirgûnê agahdar bûn.
Hate hînbûn ku girtiyên bi navê Ridvan Er û Hasip Avşar sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Aksarayê, Ramazan Turan û Selman Buyuktaş Tîpa T ya Çorûm, Sungulu, Suat Obuz jî li bê daxwaza wî sirgûnî girtîgeha Tîpa T a Tokatê hatine kirin.
Hasîp Avşar ê sirgûnê Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Aksarayê hate kirin, bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku li ber deriyê girtîgehê rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatine.
Avşar anî ziman ku li girtîgehê di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û diyar kir ku li girtîgehê zext li girtiyan tê kirin.
Avşar ji sala 1995’an û vir de li girtîgehê tê girtin û cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn. Avşar ê ku 27 sal in li girtîgehên cuda tê ragirtin, demek beriya niha ji bo nêzî malbata xwe ya Amedê bibe xwest sewqî Amedê bê kirin, lê li dijî vê sirgûnî Aksarayê hat kirin.
Avşarê ku nexweşê dil û tansiyonê ye, di çoka wî ya rastê de şikestineke operayê û şikestineke kevn a kondîka femûrê rastê heye.
Avşar, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digre.
Li gel ku ji roja Înê û vir ve hatine sirgûn kirin jî, ne girtîgeha ku sirgûn lê hatine kirin û ne jî rêveberiyên girtîgehên sirgûnê tu agahî nedane xizmên girtiyan.