Girtiyê nexweş Devrîm Ayik dîsa nehat berdan

Di rûniştina dozê de dîsa rojnameger Devrîm Ayik ê ku girtiyekî nexweş e, nehat berdan.

Girtiyê nexweş rojnamevan Devrîm Ayik ê rewşa wî giran e jî di nav de derbarê 13 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî dane rêxistinê doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 2’yemîn hat lidarxistin. Devrîm Ayik û parêzerê wî Kasim Saglam di danişînê de amade bûn. 
 
Devrîm Ayik di danişînê de axivî diyar kir şert û mercên girtîgehê bandorek neyînî li ser nexweşiya wî dike û ew nikare li xwe binêre û xwest bê berdan.
 
Heyeta dadgehê daxwaza berdana Ayik red kir û diyar kir ku piştî îfadeya Ozum Ozalp ku ji heman dozê tê darizandin hat girtin dê biryara xwe bide û danişîn taloqî 3’ê Hezîranê hate kirin.