Girtiyê nexweş Ayik: Heke êriş bidome wê cenazeyên din ji girtîgehan derkevin

Girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê ku di Girtîgeha Eskîşehîrê de ye got “Heke êriş û zext bidome wê cenaze ji girtîgehan derkevin.”

Girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê ku di Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê de ye, di hevdîtina bi telefonê de ya bi malbata xwe re qala binpêkirinên mafan mirovan kir. Ayik di roviyên wî de nexweşî heye û di sala 2006’an de ji ber qezayê ji çavê xwe yê rastê bûye û çavê wî yê çepê jî miyop e.

Ayik diyar kir ku ji ber nêma di diranên wî de çêbûye, ew nikare dermanê ji bo roviyên xwe bixwe û got “Berê jî 4 diranên min hatin rakirin. Niha jî wê 5 diranên din werin rakirin. Ji ber nexweşiya min nikarin mudaxele bikin. Bijîşk xwest normal mudaxele bike, dema ku ez li hemberî wan rabûm ez sewqî fakulteyê kirim. Ez li benda tedawiya diranên xwe me. Odeyên karantînayê gelekî xerab in. “

Ayik diyar kir heke tiştek were serê wan berpirsên vî tiştî rêveberê girtîgehê, midûrê girtîgehê û gardiyan in û got “Bila gelê me ji bo zindanan, têkoşînê geş bikin. Hevalên me yên di girtîgehan de ji ber nexweşî û êşkenceyan şehîd bûn. Heke zext û êriş bidomin wê ji Girtîgeha Eskîşehîrê jî cenaze derkevin.”