Girtiyê bi nexweşiya giran Başaran tedawî red kir
Nûrettîn Başaran ku bi nexweşiya giran e û rapora wî heye ku dibêje 78 ji 100'î astengdar e, li nexweşxaneya ku ew şandibûnê, qebûl nekir ku emeliyat bibe.
Nûrettîn Başaran ku bi nexweşiya giran e û rapora wî heye ku dibêje 78 ji 100'î astengdar e, li nexweşxaneya ku ew şandibûnê, qebûl nekir ku emeliyat bibe.
Nurettîn Başaran ê bi nexweşiya giran ku li gel rapora wî ya 78 ji 100'î ya astengdarbûnê heye jî li Girtîgeha Girtîha ya Tîpa T'yê ya Siwerekê tê girtin duh piştî nîvro rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf a Rihayê. Piştî ku Başaran şandin nexweşxanê birayê wî Mehmet û hevjîna wî Kanya Başaran jî ji Cizîrê ya Şirnexê hatin Rihayê
Malbata Başaran piştî ku ku dozgerê Girtîgeha Siwerekê destûr da çûne serdana Başran. Parêzerên Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û yên endamên Komeyala Mafê Mirovan (ÎHD) jî destek dane malbatê.
Birayê Başaran Mehmet Başaran got birayê wî emeliyat red kiriye û dîsa ew birine Girtîgeha Siwerekê. Başaran diyar kir tiliyên çepê yên birayê wî şîn û reş bûne û got, ''Halê birayê min ne baş e. Birayê min nikare hewcehiyên xwe bi cih îne. Em dixwazin ku were berdan. Bila birayê min were berdan, em ê lê guhdar bin. Divê tedawiya fizîkî bibîne.''
Başaran beriya ku were girtin qeza kir, du piyên wî şeht man û rapora wî heye ku diyar dike 79 ji 100'î astengdar e. Başaran ev 4 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê girtiye.