Girtiyê 66 salî jiyana xwe ji dest da

Girtiyê 66 ê bi navê Îsmaîl Arsan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandiramayê, jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Îsmaîl Arslan ê 66 salî ku 25 sal in di girtîgehê de bû, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê serê sibê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Arslan bi salan ji ber pirsgirêkên bênh dengî û xwarin xwarinê nexweş bû û navê wî di lîsteya nexweşên giran a Komeleya Mafê Mrovan (ÎHD) de hebû. Ligel hemû serlêdanan Arslan nehat berdan û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.

Piştî rayedarên girtîgehê agahî dan malbatê, malbat ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê ber bi Bandirmayê ketin rê. Malbatê, diyar kir ku rayedarên girtîgehê agahiyê cûdatir nedane û got Wê cenazeyê Arslan bibin li Nisêbînê defin bikin.

Arslan ji sala 1993’yan ve girtî bû û di sala 2016’an de ji ber rewşa wî xerab bû ji bo demek kin bi şert hatibû berdan û sala çûyî bêyî ku dermakirina wî temam bibe, cardin hate girtin.