Girtinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedan û girtin didomin. Hat zanîn ku cenazeyên kesên hatin qetilkirin nadin malbatan.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedan û girtin didomin. Hat zanîn ku cenazeyên kesên hatin qetilkirin nadin malbatan.
Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome û girtina çalakgeran jî dewam dike. Di nava du rojên dawî de, gelek kes hatin girtin. Di 26’ê Cotmehê de li Zanîngeha Zanistên Tibî ya Îsfahanê derbarê xwendevanekê de, ji ber ku alîkariya xwendevanek din a birîndar bûye kiriye, biryara girtinê hat dayîn.
Servîsa îstixbaratê her wiha aktîvîsta mafên jinan a li Tonekabonê Raafa Mîrbaqêrî û Derûnas û endama desteya rêveberiya berê ya Komeleya Parastina Mafên Zarokan Mîna Jendaqî, ji malên wan avêtin û ew girtin. Li Sineyê aktîvîsta sivîl Heyfa Mesûdî hat girtin.
Hêzên ewlekaiyê li Tebrîzê Fatima Al-Alfî û hevjînê wê û Yeganeh Xulamhoseynzadeh ku li Zanîngeha Sehîd Bêhnar a li Kermanê xwendevan bû, hatin girtin. Nehatiye zanîn bê ka kesên hatine girtin, birine kuderê.
CENAZEYAN NADIN MALBATAN
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di parvekirina li ser medyaya dîjîtal de kirî, ji bo pêşîgirtina kuştina kesan bang li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyê Yekbûyî (NY) kir ku demildest, derbarê Îranê de rûniştinek bi taybet li dar bixe. Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî qala fikara xwe ya ji bo nêzîkatiya li hemberî çalakgerên ku li Îranê hatin destgîrkirin, kir.
Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Ravîna Şamdasanî di civîna çapemeniyê ya li Cenevreyê li dar xist de, diyar kir ku rayedar çalakgerên birîndar ji nexweşxaneyan sewqî navendên destgîrkirinê dikin û cenazeyên miriyan nadin malbatên wan.