Giliyê qeyyûm û şaredarên xespkar hate kirin

Li Mêrdînê parêzeran derbarê 2 jê qeyyûm, bi giştî derbarê 134 şaredarên li 10 bajar û navçeyên wan ên ku erd lê hejiyaye, gilî kirin.

Li Mêrdînê Koma Parêzerên Tam Serbixwe derbarê 2 jê qeyyûm, bi giştî derbarê 134 şaredarên li 10 bajar û navçeyên wan ên ku erd lê hejiyaye, gilî kirin. Derbarê 2 qeyyûm û 132 şaredarên li Amed, Riha, Mereş, Meletî, Semsûr, Dîlok, Osmaniye, Hatay, Edene û Kîlîsê ku piştî sala 1999’an şaredarî kirine û niha jî şaredar in, serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hate xistin.

Ji xeynî şaredaran derbarê qeyyûm şaredariya bajarê mezin a Amedê Alî Îhsan Sû, qeyyûmê berê yê Yenîşehîra Amedê Mûrat Beşîkçî jî gilî hate kirin. Ahmet Dûyan li ser navê parêzeran daxuyanî da û got “Divê hemû berpirsyar werin darizandin û ew ê werin darizandin jî.”