Geşedanên li Îdlîbê û wateya şerê di navbera Nusra û Hîzbûllahê de

Gefên Tirkiyê yên li ser Efrîn û Şehbayê didome. Ji niha ve mirov nizane bê ka ev gef wê ber bi kû ve bişemitin.

Geşedanên li Sûriyê, Bakurê Sûriyê û Rojava bi daneyên nû yên ku derketine holê didomin. Pêngava rizgarkirina Reqayê  bi pêşengiya hêzên YPG/YPJ’ê ,ji hêla QSD’ê ve didome. Pêngav hatiye wê astê ku nîvê Reqayê azad bibe û xeta parastinê ya DAIŞ’ê bişike. Li gel her cure lîstik, entrîka, planên gemarî yên Tirkiyê  jî pêngav bi pêş ket û her ku diçe bi pêş ve diçe. Tirkiye ji bo ku pêngava rizgakirina Reqayê bide rawestandin, pûç derxîne bi DYA û Rûsya gelek hêzan re rabû rûnişt, bê sînor tavîz dan lê piştî ku ji van ti encam nestand plana êrîşa bi ser Efrîn û Şehabê ye de sazkar kir. Lê  daxuyaniyên ji hêla rêveberiya Rojava ve, daxuyaniyên DYA û Rûsyayê û car caran hevdîtinên ku hatin kirin û mesajên bi rengê ku di êrîşeke pêkan de operasyona Reqayê wê werin rawestandin, berjewendiyên Rûsyayê yên li Heleb û tevahiya Sûriyê jê hîkar bibin her du aliyan jî eyarek dane Tirkiyê.

Li gel vê jî Tirkiye êrîşên xwe yên bi ser Efrîn û Şehbayê de didomîne. Ji niha ve mirov nizane bê ka ev gef wê heta bi kû biçin. Her kêlî dibe ku veguhere êrîşeke dî. Tirkiye li hêlekê gefên xwe yên li ser Efrîn û Şehbayê didomîne û li hêla dî jî li Îdlîbê şerê di navbera Nusra, Ehrar Şam û Feylak El Şam dijwar dibe. Îdlîb, piştî ku li Kobanê DAIŞ’ê 2014’an şikest û vekişiya derdora Îdlîbê, Nusrayê ji dest hêzên rejîmê stand. Dema ku Îdlîb hatî standin ti bandora Ehrar Şam û Feylak El Şam nebû ku wê demê navê wê pir nedihate zanîn û Tirkiyê ew li ser piyan dihişt. Tirkiye bi Nusra re, bi peymana ku Jerablûs, Bab, Raî û deverên dî yên ku dagir kirine bi dest Nusra ve berda yan jî bi komên ku li wan deran çêkirine hevkariyê bikin, komên Sultan Murad û Ehrar Şam û komên dî yên Birayên Misilam li Îdlîbê bi Nusra re kirine hevkar. Dema ku Sultan Murad û komên dî yên Tirkmen ji hêla gel ve nehatin qebûlkirin û li dijî wan meş hatin kirin tenê bi dest komên Ehrar û Feylak El Şam ve hiştin.

Tirkiye her du kom jî dûr xistin. Lê van heftiyên dawî di nav van du koman de şerekî giran dest pê kiriye. Li hêlekê li Îdlîbê şer heye û li hêla dî jî li ser sînorê Urdunê Hîzbûllah û DAIŞ’ê, li ser sînorê Lubnanê jî Nusra û Hîzbûllah şerê hev dikin.

Heman rojan di navbera Heşdî Şebî û Heşdî Wetenî de li Iraqê şerekî demkurt çêbû. DYA û Rûsya her çend nakokî di nav wan de hebin jî ji bin ve li ser Sûriyê ber bi lihevkirinê ve diçin. Li gor agahiyan li ser herêmên ku di nav nakokiyan de ne wê li hev bikin. Ev ne dûrî aqilan e.

Her wiha DYA piştî Qetarê helwesta xwe ya li dij Îranê tund kir. Piştî ambargoyê û Qetarê li dijî Îranê reçeteyeke ji şeş xalan ji bo Îranê hate dayin. Divê mirov geşedanên li Îdlîb, Udun û Lubnanê bi van geşedanan re bi hev re bixwîne. Ji ber ku li Sûriyê ev cara pêşî ye ku di navbera Hîzbûllah û DAIŞ, Hîzbûllah û Nusra de şer çêdibin. Komên Hîzbûllahê di serî de bi komên Birayên Misilman re hema hema bi her kesî re şer kir. Lê hema hema ti caran bi DAIŞ û Nusra re şer nekir. Ev şer nîşan dide ku Nusra û DAIŞ dibe ku dijî Îranê şer bikin. Ev jî wê pirsê çêdike ku gelo di rewşeke wiha de ku li dijî Îranê mudaheleyek were kirin wê bi van koman bikin? Di şerê Îdlîbê de li hêlekê Rûsya heye û li hêlekê Tirkiye. Her du hêz jî hewl didin ku li Îdlîbê cihê xwe çêbikin. Ev bi teklîfa Tirkiyê ya ji bo Rûsyayê bi rengekî vekirî ‘em bi hev re bikin’ ji hêla raya giştî ve hate dîtin.

Şerê Heşdî Şebî û Heşdî Wetenî jî mesajeke ji bo hesabên li ser Mûsilê yên Tirkiyê û Îranê. Piştî ku Mûsil ji DAIŞ’ê hate paqijkirin yekem welatê ku ji bo di avakirina Mûsilê de cih bigire serî li hikûmeta Iraqê dayî Tirkiye bû. Ev avakirina helbet ne tenê çêkirina avahiyan e. Di heman demê de avakirina leşkerî, siyasî û civakî ye. Şerê domkurt ê di navbera Heşdî Şebî û Heşdî Wetanî de mirov dikare weke peyamekê ji bo Tirkiyê bibîne ku bi vê peyamê tê gotin dev ji van hesabên xwe biqere. Ev geşedan pirseke wiha jî bi xwe re tînin: ‘’Di rewşeke wiha ku Tirkiye û Îran hewl didin li ser Sûriyê hevkariyê bikin dikarin li Iraqê bikevin pozîsyona şer?’’. Li herêmê hevsengê wiha ne nû ne, gelek mînakên wê hene. Di rojên pêş de wê zelaltir bibe bê ka şerê  li Îdlîb, Urdun, Lubnanê wê ber bi çi rewşê ve biguherin, armanc û naverokan vî şerê ku dibe wê zelaltir bibe.