Gerstêrkek bi tena serê xwe û bê rêgeh hat kifşkirin

Gerstêrkek bi tena serê xwe û bê rêgeh hat kifşkirin

Gerstêrkek ciwan, bi tenê, azad û hinekî li devreyî rojê hat kifşkirin. Bêyî ku fezayê li dora stêrkekê bigere, bi tena serê xwe bê rêgeh tevdigere. Nav wê: PSO J318.5-22.

Keşfeke ji aliyê ekbîbeke astronom a navneteweyî, di 9'ê Cotmehê de li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hat weşandin. PSO J318.5-22 bi 84 salên ronî (tîrêj) dûrî Cîhanê ye. Saleke ronahiyê, 9 hezar û 460 mîlyar kîlometre ye.

Di xebata li kovara Astrophysîcal Journal Letters a Emerîkî hat weşandin de, mezinahiya vê gerstêrkê şeş qat ji Jupîterê mezintire. PSO J318.5-22 beriya 12 mîlyon salan çê bû. Ev yek jî ji bo gerstêrkekê tê wateya dema zarokatiyê.

Ji Enstîtuya Antronomî ya Zanîngeha Havaî Mîchale Lîû ku nivîskarê bingehîn ê vê xebatê ye got, "Mîna vê, me cîsmek ku ewçend azad li fezayê digere, beriya niha qet nedîtin." Lîû da xuyakirin ev gerstêrk, bi gerstêrkên din ên li dora stêrkan rêgeheke wan hene, xwedî heman karekterê ye.

Lîû got, "Min timî ji xwe dipirsî ka cismekî bi tena serê xwe heye yan na. Niha em dizanin ku heye."

Di salên dawî de, keşfên gerstêrkên li derveyî rojê zêde bûn. Di Cotmeha 2012'an de li nêzî Alpha Centaûrî B ya nêzî Rojê ye, gerstêrkeke bi qasî cîhanê mezin li derveyî rojê hatibû dîtin.