Gerîla Mazlum bi girseyî spartin axê

Gerîla Mazlum bi girseyî spartin axê

Cenazeyê Gerîla HPG'ê Behman Reşîdî Keçelanlu (Mazlum Dilgeş) ê ku cenazeyê wî li goristana bêkesan a Kîlyosê hate wergirtin bi girseyî spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Behman Reşîdî Keçelanlu (Mezlum Dilgeş) ê ku di 15'ê kanuna 2011'an de li navçeya Xolxolê ya Çewlîkê bi 7 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da û cenazeyên wan ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ve li goristana bêkesan a Kîlyosê spartibûn axê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û li gundê Koçkiran a navçeya Qelqeliyê ya Wanê spartin axê.

Cenazeyê Keçelanlu li ser riya Wan û Qelqeliyê hate pêşwazîkirin û bi konvoyekî qelebalix birin gund. Di ketina gund de konvoya cenaz bi sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Keçelanlu di ketina gund ji aliyê gel ve hate girtin û li ser milan heta goristana gund birin. Di meşê de wêneyên gerîla Keçelanlu û alên kesk, sor û zer hatin hilgirtin. Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Wekîlê Şaredarê Qelqeliyê Salîh Gazîogullari, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, rêveberên BDP'ê, MEYA-DER, GOÇ-DER, Dayîkên Aştiyê û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî karên veşartinê rêzgirtin pêk hat.

Rêveberê MEYA-DER'ê Natîk Pulat piştî rêzgirtinê axivî û wiha got: "Keçelanlu ji bo azadiya gelê kurd canê xwe fida kir. Hînî zilim li ser gelê kurd berdewam bike Heval Mazlum ne yê yekemîn e û ne jî dê yê dawî bibe."

Piştî axaftina girseyê konê şînê yê ji bo Endamê HPG'ê Keçelanlu hate vedan ziyaret kir.