Gerîla Cîhat Qamişlo li Osloyê hat bîranîn

Gerîla Cîhat Qamişlo li Osloyê hat bîranîn

Li pateysta Norwec Osloyê li Komela Canda Kurdistan roja duşemê ji bo gêrîlayê PKKê Lawîn Wejdî Betê (Cahit Qamişlo) ku di 19'ê hezîrana 1997'ê de li Zagros jiyana xwe ji dest da bû, bîranîn pêk hat.

Komîteya PYD a Norwec ji bo bîranîna gerîla Lawîn Wejdî Betê (Cahît Qamişlo) ku di sala 1975 li Qamişlo li malbatek welatparêz ji dayik bûye û piştî şehadeta birayê xwe Şêrwan di sala 1992 de, di sala 1995 tevlî nav Tevgera Azadiya Kurdistan bûye û di 19'ê hezîrana 1997'ê de li Zagrosan jiyana xwe ji dest daye, bi merasimek li Komela Canda Kurdistan a Oslo pêk anîn.

Merasimê bi rêzgirtin dest pê kir û piştre berpirsê PYD’ê Serbest Rojava li ser girîngiya bîranîn û xwedîderketina şehîdan sekinî û li ser kurte jiyana gerîla Cahît axaftinek kir. Serbest di berdewamiya axaftina xwe da li ser rewşa aloziyên Suriyê û bi berfirehî li ser rojeva kurdên Rojava û tevgera wan di xebat û çalakiyan vê dema dawî anî ziman.

Serbest her wiha, anî ziman ku hin kesên dixwazin dubendî têxin nava Kurdan hene û xwest Kurd hemû hişyar bin û ji bo nirx û rûmeta xwe bi rengê xwe û daxwazên xwe xwedî derkevin.

Di merasimê da xwîşka gerîla Cahît, Hindirîn ku çend rojan berê niha li Rojavayê Kurdistanê vegeriyabû, beşdar bû û li vir xêrhatin û spasdariya gel kir. Hindirîn li ser kurte jiyana Lawîn û birayê xwe yê din Şêrwan ku sala 1992 şehîd ketibû, axaftinek kir û anî ziman ku êşa malbata wan gelek girane û bila serê gelê kurd sax be.

Hindirîn bi zehmetî axaftina xwe berdewam kir û anî ziman kû xwîna birayên wê erdê nemaye û îro di berxwedana û şoreşa tevgera gelê kurd bi tayibetî gelê Rojava destnîşan dike ku em ber bi yekîtiya xwe û azadiyê ve dicin.

Merasim bi pirsên gel li ser rewşa Suriyê, Rojava ü xebatên PYD berdewam kir û dura bi belav kirina şîrînî (xurme û helav) bi dawï bü.