Gera otobusa 'Ji Ocalan re Azadî' a Almanyayê didome

Gera otobusa 'Ji Ocalan re Azadî' a Almanyayê didome

Di çarçoveya Kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ de tura otobusa Ji Ocalan re Azadî ku tura xwe ya Ewropayê didomîne rawestgeha dawî Dortmund û Osnabruck a Almanyayê bûn.

Otobus ji aliyê karwanekî ve li nêzî bajarê Dortmundê hat pêşwazîkirin. Otobus bi karwanekî hat ber navenda Çanda Dortmundê û û piştre bi tevlibûna dehan wesayîtê li cadeyên Dortmundê tur avêtin. Karwan ji ber şaredariya Dortmundê derbasî Qada Aştiyê bûn. Otobus ji aliyê bi sedan kesên ku çûbûn sedana konê jibo piştgiriya girtiyên di grevê de ne, hat pêşwazîkirin.

Di mîtîngê de Mîrhem Yîgît axivî û çalakgerên otobusê pêşwazî kirin. Piştre nûnerên partiya çepa Dortmundê û nûnerê partiya komunîst a Almanyayê axaftin kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

Çalakgerê otobusê Henrî Dalman û ji însiyatîfa dayikê aştiyê dayika Ayşe axaftin kir û berxwedana girtiyan silav kir.

Piştre hozan Şemdîn, Koma Hezex û Koma Dîle derketin ser dîkê. Di dema mîtîngê de ji bo Azadiya Ocalan îmze jî hatin berhevkirin. Otobus piştre ber bi Bochumê derket rê.

Otobus rojek berê li bajarên Munster û Osnabruck ji aliyê girseyek mezin ve hatibû pêşwazîjirin.