Ger em ji bîr bikin bila dilê me reş bibe!

Ger em ji bîr bikin bila dilê me reş bibe!

Ew lehegên sereke yên bîranînên mexdurên çapameniya kurd in. Wan wendabûn, fedakirin, girtin dan ber çavên xwe û ji îşkenceyê tu carî tawîz nedan û ev nirxên dîrokî afirandin. Îro 29’ê gulanê ye û 18’emîn salvegera qetilkirina Îsmaîl Agay ku nûçegîhanê rojnameya Ozgur Ulke yê Êlihê ye.

Dîroka çapemeniya kurd a azad kevneşopiyeke berxwedêr û bi înat e. Mohra xwe li 20 salên dawî xistiye. Ev dîrok di heman demê de li hember hemû zextan li ber xwe daye. Mirin, kuştin, gefxwarin, girtin, îşkence û revandin bi mehan, salan, hefte û rojan berdewam dikir. Ev jî aliyekê din yê wan rojan bû. lehengên ku bi rêgez û rastiyê rojnamegerî dikirin kevneşopiya me afirandine û bi bedelên mezin me ev roj dîtin. Îro em dinivîsinin, bi mafdarî, bi rumet. Li ser tiştên ku wan ji me re hiştiye..

Bi feraseta ku ligel mafdaran, ligel mazluman ji bo edeletê pêlê denlanşorên xwe kirin û li bin damên (kare) ku kişandin nivîsin. Ev firk û raman di hembêza ‘generalên biçûk de’ gihişt vî gelî. Çapemeniya azad a kurd ku hêj nû nû welidî, hate xwestin ku bê fetisandin û ev kevneşopî bê tunekirin. Di navbera salên 1990-1995’an de wehşeteke ku hişê mirovan nagire hate jiyîn. 19’ê Gulanê sala 1994’ê ji bo me dîrokeke xemgîn e. Rojnameya Ozgur Ulke ku avahiya wê li stenbolê hate bombebarankirin nûçegîhanê wê yên Êlihê Îsmaîl Agay ku di heman demê de rojname jî belav dikir, hate qetilkirin. Agay yek ji wendayên bi hezaran e.

Der barê aqibeta Agay de tu agahî nehat girtin. Îro 29’ê Gulanê ye roja salvegera qetilkirina wî ye. 18 sal li pişt ma. Her belavkar, nûçegîhan û her xebatkarekî ku di kademeyên çapemeniya kurd de dixebitin ligel wan kesên tirsonek kevneşopiya xwe domandin û li ser bîrananîna wan xwe berpirsyar dîtin.

Nêzî 100 hevalên me ji ber îro li pey rastiyan, edeletê diçin girtî ne. Duh bombe bû, mirin bû, îro kelepçeye. Lê divê em rastî dîsa bê bibîrxistin ku divê em nîşanê vê zihniyetê bidin ku dê tu carî ev kevneşopî ji rastiyan tawîz nede. Di vê mijarê de ji bo vê mijarê hewcehî zêde bi gotinê tune ye. Mamosteyê me, hevalê me Huseyîn Aykol ku ji vê dîroka bi agir re şahidî kiriye di pirtûka xwe ya dawî de gotiye ev çîroka kesê ku nehatiye bêdengkirin e…ne ev wîjdan, ne ev dil, ne jî ev deng dê tu carî bê deng nemîne.!

Ji bo em wan ji bîr nekir divê em li hemberî meşa bi heybet a afrînerên xwe rêzdar bin. Em wekê kesên bi wijdan, hişmend, bi hêvî û bi înat li hemberî kesên dîroka me nivîsin deydanin. Divê em ji bîr nekin, nedin jibîrkirin û pênûsa wan li erdê nehêlin…

Ji bo kesên k udi kurahiya dilê me de dijîn û hişmendiya me ronî dikin:Ger em ji bîr bikin bila dilê reş bibe!