Gelek kesan piştgirî da kampanyaya ‘Em malbatan tînin ba hev‘

HDP’ê, ji bo mexdûrên erdhejê, dest bi kampanyaya “Em malbatan tînin ba hev“ kir. Gelek kes bûn piştgirên kampanyayê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarê kampanyaya “Em malbatan tînin ba hev“ ku ji bo mexdûrên erdhejê daye destpêkirin, li ser medyaya dîjîtal bang kir.

Di parvekirinên bi hashtaga “#AileleriBuluşturuyoruz”, hatin kirin de, wiha hat gotin: “Welatiyên xwe yên hewceyê piştgiriyê ne, em bi yên dixwazin bibin piştgir re tînin ba hev. Em derfetên xwe parve dikin.“

PARLAMENTERÊN HDP’Ê VÎDEO PARVE KIRIN

Parlamenterên HDP’ê jî ji herêmên erdhejên lê rabûne û lê ne vîdeo parve kirin. Wekîlê Hevserokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bi vê nîşeyê vîdeo parve kir: “Ji bo honandina jiyanê ji nû ve, em dibin pira piştevaniyê. Mexdûrên erdhejê li kuçeyan bin, nabe ku em di mala xwe de rehet bin. Bi parvekirina êşê, parkirina jiyanê bi hev re, wê ev rojên dijwar jî derbas bibin.“

Parlamenter Fîlîz Kerestecîoglû bi van nîşeyan ragihandina kampanyayê kir: “Em bi hev re ji heqê hemû zehmetiyên jiyanê derbikevin. Birînên xwe bi hev re bikewînin. Em ê jiyaneke nû, bi piştevaniyê ava bikin. Em bibin piştevan.“

Sezaî Temel jî bi nivîsîna van tiştan kampanya ragihand: “Di van rojên zor û zehmet de, tişta dikeve ser milê me ew e ku em malbat û welatî bên ba hev, bibin hevrê bi mexdûrên erdhejê re û derfetên xwe li hev par bikin.  Bi kampanyaya #AileleriBuluşturuyoruz, em malbatên xwe yên mihtac û welatiyan dixwazin bibin piştgir, tînin ba hev.“

Tayîp Temeli, bi van nîşeyan kampanya ragihand: “#AileleriBuluşturuyoruz, Bi piştevaniya civakî, mirov dijî. Yên derfetên wan hebe divê bi yên mihtac in re bên ba hev.“

‘EM JIYANÊ JI NÛ VE AVA BIKIN’

Kampanyaya ku HDP’ê dest pê kir, gelek kesan li ser medyaya dîjîtal parve kir û got: “Em malbata HDP’ê, destê xwe dirêjê mexdûrên erdhejê bikin. Niha gava kewandina birînan, bi hev re ye. Werin, em bi hev re jiyanê ji nû ve ava bikin. Em bibin piştevan.“