Gel derî li AKP'ê venake AKP mizgeftan dike amûra propagandayê

Li Wanê gel deriyê xwe li AKP'yiyan venake, AKP mizgef û dibistan kirine amûrê propagandayê.

AKP ya ku li Kurdistanê kes slavê bi wan nade û bûye partiyeke tabêlayan piştî dek û dolaban û dana zad û komirê niha jî mizgeft û dibistan ji xwe re kiriye amûra propagandayê.

MIZGEFT REHÎN KIRINE

Namzetê Şaredariyê yê Wanê yê AKP'ê Necdet Takva cemeata li mzgeftê û melayê wê rehîn girt û propanda kir. Takva dema ku li mizgeftê propagandaya AKP'ê kir tîmên taybet jî mizgeft kirin ablûkaYê û nehiştin kes derkeve û bikeve mizgeftê.

LI DIBISTANÊ JÎ PROPAGANDA

Namzetê AKP'ê yê Edremîrtê Ismaîl Say jî li taxa Suphan ku 80 ji 100'î yê taxê dengê xwe dide HDP'ê ji bo ku gel derî lê venekir çû dibistanê û gef li zarokan xwar, gote zarokan, ''ji dê û bavê xwe re bibêjin, bila dengê xwe bidin me.''