Muslum Tikiz di navbera salên 2006-2008 di girtîgeha Tîpa F a Edirneyê de bû û 36 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Tikizê ku mehkûmê 36 sal cezayê girtîhê ye û heta niha jî di girtîgehê de tê ragirtin, diyar kir ku ji ber xwarin û vexwerinê ji wî 4 hezar û 846 TL pere tê xwestin.
Muslum Tikiz niha di Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê de tê ragirtin, di rojên borî de nameyek wergirt û mat ma. Serokatiya Daîreya Bacê ya Edîrneyê, bordroya xwarin û vexwarina ku Tikiz di girtîgeha Edirneyê de mezaxt, jêre şand. Tikizê ku mehkûmê 36 sal cezayê girtîhê ye û heta niha jî di girtîgehê de tê ragirtin, diyar kir ku ji ber xwarin û vexwerinê ji wî 4 hezar û 846 TL pere tê xwestin.
MIN DIAVÊJIN GIRTÎGEHÊ, NIHA JÎ PEREYÊ XWARINÊ DIXWAZIN
Tikiz ragihand ku ew li hemberî vî “deynî” mat maye û di 25’ê gulanê de faksek ji BDP’ê re şand û tiştên hatine serê wî vegot. Tikiz diyar dike ku wî di 25’ê gulanê de veguhestine girtîgeha Tîpa M a Çewlikê û dibêje; “Ev teblîgata piştî 4 salan hat, ez matmayî hiştim. 36 sal cezayê girtîgehê li min hatiye birîn, 2 zarokên min û hevsera min bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne, tenê ji ber ku ez Kurd bûm, min avêtin girtîgehê, di ser vana hemûyan re jî pereyê xwarinê dixwazin. Baş e ez dipirsim; Gelo kî dê hesabê azadiya min a ji min dizîne bide.”
Tikiz destnîşan dike ku ew ji ber pirsgirêkên aborî nikare vî deynî bide û daxwaza alîkariya hiqûqî kir. Tikiz banga hişyariyê li raya giştî kir û bang li raya giştî kir ku li hemberî bûyerên wiha bê deng nemînin.