Galaya dokûmantera Hawara Licê di 15'ê Kanûnê de ye

Galaya dokûmantera Hawara Licê di 15'ê Kanûnê de ye

Galaya dokûmantera "Hawara Licê", di 15'ê Kanûnê de wê li Amedê bê kirin. Di dokûmanterê de behsa erdheja Licê ya sala 1975'an ku nêzî 4 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, şewitandina salên 90'î ji aliyê leşkeran ve û valakirina Licê ji aliyê şahidan ve tê vegotin.

Galaya dokûmantera "Hawara Licê", di 15'ê Kanûnê de wê li Amedê bê kirin.

Çêkerê dokûmanterê Reşît Canturk da xuyakirin ku wan beriya 10 mehan dest bi xebatên dokûmanterê kiriye û cih dane vegotinên şahidên hovîtiya li Licê. Canturk diyar kir ku wan bi şahidên ji Licê ji neçarî koçî Îzmîr, Enqere û Stenbolê kirine re hevdîtin kirine û cih dane vegotinên wan. Canturk got, "Dema Lice hat şewitandin, ferdên malbata min jî jiyana xwe ji dest dan. Diviyabû hovîtiya wê rojê hat jiyîn bi şêweyekî bihata belgekirin û nehata jibîrkirin. Me jî ji aliyê xwe ve, ji bo bûyer neyê jibîrkirin û deynê welatiyên bûyer jiyan û jiyana xwe ji dest dan bidin, me biryar dan dokûmantera 'Hawara Licê' çê bikin."

Canturk ragihand ku dokûmantera "Hawara Licê" şahidî ji demekê re dike û got, "Bûyer di 22'ê Cotmeha sala 1993'an de bi kuştina Tûggeneral Bahtiyar Aydin destpê kir. Dûre jî di 4'ê Tebaxa 1994'an de êrîşên PKK'ê weke bahane nîşan dan û li Licê mirov li nava malên xwe hatin şewitandin."

Canturk diyar kir ku di nava kesên di wê demê de jiyana xwe ji dest dane jin û zarok jî hene.

Galaya dokûmantera "Hawara Licê" ku bi derhêneriya Veysî Polat re ji aliyê Reşît Canturk hat çêkirin, dê di 15'ê Kanûnê de li Liluz Otel a Amedê bê kirin.