Fikarên li ser tenduristiya girtiyê nexweş Seyîtxan Ay zêde dibin

Ji rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Seyîtxan Ay ku 29 sal in girtî ye, fikar têne kirin. Malbata Ay diyar kir ku wê giliyê rayedaran bikin.

Di vê demê de ku tenê meha dawî 7 girtî li zindanên dewleta Tirk bi rengekî gumanbarî jiyana xwe ji dest dan, tirs û fikara li ser rewşa girtiyên bi nexweşiya giran zêde dibe.

Yek ji wan girtiyan jî Seyîtxan Ay e, ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn û zêdeyî 29 sal in girtî ye.

Seyîtxan Ay di nava 29 salan de di serî de Bûrsa, Çankiri, Mîdyat, Samsûn, Mereş û Amedê li gelek girtîgehan hate sirgûnkirin û niha li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Amedê tê girtin.

Lê belê van 4 mehên dawî rewşa wî ya tenduristiyê giran bû. Bi navê malbata Ay birayê Seyîtxan Ay, Serhat Ay agahî da ANF'ê.

Serhat Ay diyar kir ku birayê wî di dema telefonê de jî nikare biaxive, bêhn lê tê çikandin, lê nayê dermankirin.

Ay ragihand ku birin û anîna birayê wî ya li nexweşxaneyê jî veguheriye êşkenceyê û nayê dermankirin.

Ay diyar kir ku birayê wî her cara ku ji nexweşxaneyê vedigerînin dixin karantînayê û rewşa wî ya tenduristiyê van 4 mehên dawî girantir bûye.

Serhat Ay her wiha ragihand ku doktorê mûayeneya birayê wî kiriye jê re gotiye "Ew girtiyên PKK'î tedawî nake" û heqaret lê kiriye.

Bi navê malbata Ay ragihand ku wan giliyê doktor kirine û bang li raya giştî jî kir ku têkildarî girtiyên nexweş bi hestiyarî û berpirsyarî tevbigerin.

Li gorî daneyên Rêxistinên Mafên Mirovan 604 ji wan rewşa wan giran 1605 girtiyên nexweş li zindanên dewleta Tirk hene.