Fezlekeya li dijî wekîla HDP'ê Semra Guzel ji Meclîsê re hate şandin

Fezlekeya li dijî Parlamentera HDP'ê Semra Guzel hate amadekirin, ku medya desthilatdariya Tirk wê dike hedef, ji Serokatiya Meclîsê re hate şandin.

Piştî ku medya desthilatdariyê, wêneyekî Guzel ê ku sala 2014'an bi gerîlayê HPG'ê Volkan Bora re kişandî weşand, dadgeriya Tirk jî kete nava liv û tevgerê.

Fezlekeya li dijî Semra Guzel hate amadekirin û ji aliyê Wezareta Edaletê ve ji Serokkomariyê re 11'ê Çileyê hate şandin, îro radestî Serokatiya Meclîsê hate kirin.

Fezlekeya ku tê de Guzel bi "endametiya rêxistinê" tê sûcdarkirin wê ji Komîsyona Edaletê û Destûra Bingehîn re bê şandin.

Tê payin ku fezleke destpêkê di komîsyonê de bê nirxandin Piştre jî wê ji Civata Giştî re bê şandin. Eger li vê derê daxwaza rakirina mafê destnedana parlamenteriyê bê qebûlkirin wê pêşî li darizandinê bê vekirin.