Fezlekeya li dijî Guzel a HDP'î ji Serokkomariyê re hate şandin
Fezlekeya ku li dijî parlamentera HDP'ê Semra Guzel hate amadekirin ji Serokkomariyê re hate şandin.
Fezlekeya ku li dijî parlamentera HDP'ê Semra Guzel hate amadekirin ji Serokkomariyê re hate şandin.
Fezlekeya ku ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Parlamenta HDP'ê Semra Guzel hate amadekirin, ji Serokkomariyê re hate şandin.
Di fezlekeyê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hate amadekirin, Guzel bi "endametiya rêxistinê" tê sûcdarkirin.
Fezleke bi bayê bezê ji aliyê Wezareta Edaletê ve ji Serokkomariyê re hate şandin.
Tê payin ku fezleke piştî lêkolînkirinê wê ji aliyê Serokkomariyê ve ji Meclîsê re bê şandin.