Ferhat Encu serbest hat berdan

Ferhat Encu serbest hat berdan

Ferhat Encuyê ku di komkujiya Roboskiyê de biyarê xwe Serhat Encu winda kir û vê şeveqê li Enqereyê hatibû binçavkirin serbest hat berdan.

Birayê Serhat Encuyê ku di komkujiya Roboskiyê de bi 33 kesan re jiyana xwe jidest dabû Ferhat Encu ji bo tevlî daxuyaniya makezagona nû ya li ber deriyê meclîsê bibe hatibû Enqerê hat binçavkirin. Encu piştî karûbarên li midûriyeta polîsan birin edliyeya Enqereyê. Hat hînbûn ku Encu ji ber biryara lêgerînê ya der heqê wî de derketiye hatiye binçavkirin. Encuyê ku nîv saetê li edliyeyê hat rawestandin serbest hat berdan.

Ferhat Encu, bi hinceta ku êrîşî qeymeqamê Qilabanê kiriye bi îdîaya ku teşebûsî kuştina mirov kiriye rastî lêpirsînê hatibû. Di çarçoveya lêpirsînê de 29'ê Sibatê li navçeya Qilabanê hatibû binçavkirin. Piştî îfedadayînê Encu sewqî dadgehê kirin û li dadgehê serbest hat berdan. Ferhat Encu 10'ê Adarê jî li zanîngeha Çukurovayê hat binçavkirin û piştre jî li dozgeriyê serbest hat berdan.

5 KES HATIBÛN GIRTIN

Bi hinceta ku li qeymeqamê Qilabanê Nafîz Yavuz xistine bi îdîaya ku bi zanebûn teşebûsê kuştina mirov kirine ji 8 kesên hatibûn binçavkirin Mehmet Alturk, Faris Kaya, Ferdî Alma, Faruk Encu û Ozcan Encu hatibûn girtin û rêkiribûn girtîgeha Şirnexê. Kesên navborî hê jî girtî ne.