Ferhat Encu yê ku di komkujiya li gundê Roboskî yê navçeya Qilebana Şirnexê de birayê xwe Serhat Encu winda kir, li Enqere hate binçavkirin.
Ferhat Encu yê ku di bombebaran li Roboskiyê de birayê xwe Serhat Encu winda kir, ji bo ku tevlî çalakiya Tevgera Makezagona Demokratîk ya li ber Meclîsê li dar dixe bibe hate Enqere serê sibê hate binçavkirin. Hate zanîn ku Ferhat Encu ji ber lêpirsina êrîşa li dijî Qeymeqamê Qilebanê Nafiz Yavuz ya "Bi zanebûn teşebûsa kuştina mirov kir" hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Encu li Qereqola 10 Nîsan ya Balgatê tê girtin û piştî karên li qereqolê dê sewqî edliyeyê bê kirin.
Ferhat Encu, di 29'ê sibatê de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê ji ber êrîşa li dijî Qeymeqamê Qilebanê Nafîz Yavuz hatibûn binçavkirin. Encu piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaz girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin û serbest hatibû berdan. Ferhat Encu di 10'ê adarê de jî li Zanîngeha Çukurovayê hatibû binçavkirin û li dozgeriyê serbest hatibû berdan.
5 KES HATIBÛN GIRTIN
Ji 8 kesên ji ber êrîşî Qeymeqamê Qilebanê Nazîf Yavuz kirin hatin binçavkirin Mehmet Alturk, Farîs Kaya, Ferdî Alma, Faruk Encu û Ozcan Encu bî îdîaya "Teşebusa kuştina mirov kirin" hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Şirnexê.