FEDA'yê Huseyîn Narli bi bîr anî

FEDA'yê Huseyîn Narli bi bîr anî û got, "Di civakîkirina nirxên baweriya Elewiyan de xizmetên girîng û hêja kiribû."

Di daxuyaniya nivîskî ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) de hate gotin, "Em gelekî xemgîn in ku me canê xwe Huseyîn Narli (Okkeş Unlubayir) ji dest dane. Li ber bîranîna wî em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û di serî de malbata Unlubayir sersaxiyê ji Kurdan, Elewiyan û sosyalîstan re dixwazin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi pêvajoya Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê re Huseyîn Narli tevlî karê baweriya Rêya Heqî bû, bi kovara Zulfîkar re di civakîkirina nirxên baweriya Elewiyan de xizmeteke hêja û girîng kir. Li gel berpirsyariya kovara Zulfîkar, di damezrandina FEK (Federasyona Elewiyên Kurdistanî) de cih girt û di heman demê de serokê destpêkê yê YEK'ê be.

Li gel pêşengiya ji Rêya Elewiyan, Huseyîn Narli bi rojnamevantî û nivîskariya xwe di têkoşîna mafê demokratîk neteweyî yê Kurdan û di lêgerîna maf û baweriyê ya Elewiyan de kedeke mezin da û şopa xwe li dîrokê danî."