FAZ: Hejmara selefiyên ji Elmanyayê çûne 1800 e
FAZ: Hejmara selefiyên ji Elmanyayê çûne 1800 e
FAZ: Hejmara selefiyên ji Elmanyayê çûne 1800 e
Li gorî nûçeyeke ku çavkaniyên xwe dispêre rayedarên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV), hejmara selefiyên heta niha ji Elmanyayê çûne Sûriye û Iraqê, 4 qat ji ya hatiye aşkerakirin, zêdetir e.
Li gorî nûçeya di hejmara îro ya rojnameya Frankfurter Allgemine Zeitung (FAZ) de hat weşandin, daneyên fermî yên li ser hejmara selefiyên ji Elmanyayê çûne Sûriye û Iraqê, ne rast in. Li gorî îdîaya rojnameyê ku weke çavkanî dispêre rayedarekî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV), selefiyên heta niha ji Elmanyayê çûne Iraq û Sûriyeyê ku li gorî daneyên fermî 450 ye, hejmara rastî 1.800 e. Endamê BfV diyar kir ku ev hejmar ji agahî û daneyên ji komên selefî yên li Elmanyayê hatin wergirtin, peyda bûye.
“DEMA BAL ÇÛ SER RADÎKALÊN RASTGIR, SELEFÎ JI BÎR KIRIN”
Li gorî nûçeya FAZ, hejmara selefiyên ji Elmanyayê çûne herêmên şer, ji ber ku çûyîna gelek ji wan a derveyî welat nehatiye zelalkirin, baş nayê zanîn. Di nûçeya FAZ'ê de hat ragihandin ku bi tenê ji eyaleta Nordrhein-Westfalenê nêzî 200 selefî çûne Sûriye yan jî Iraq (Başûrê Kurdistanê) û hat diyarkirin ku polîs û rayedarên BfV her hefte der heqê selefiyan de digihêjin agahiyên nû.
Rayedarê BfV ê tê îdîakirin ji FAZ'ê re axiviye, anî ziman ku di şopandina selefiyên çûne Sûriyeyê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn û îdîa kir ku sedema herî girîng a vê yekê jî ew e ku gelek ajanên BfV bi taybetî bala xwe dane ser rêxistinên radîkal ên Elman ên rastgir.
HEJMARA SELEFIYAN GIHIŞT 6 HEZAR 300
Hejmara endamên komên selefî yên li Elmanyayê, ku piraniya wan destekê didin çeteyên DAIŞ'ê, mijara nîqaşê ye. Hejmara van komên selefî di salên dawî de bi qasî 2 hezar 800 bû, lê Serokê BfV bi xwe mukur hat ku hejmara endamên komên selefî 6 hezar derbas kiriye.
Serokê BfV Hans-Georg Maaßen duh ji radyoyeke bi navê rbb-Inofradio re axivî û anî ziman ku hejmara Selefiyên Îslamî yên radîkal di demên dawî de zêde bûye û gihaştiye 6 hezar 300 endamî. Maaßen ragihand ku zêdebûna vê hejmarê cihê 'gumanan e' û îdîa kir ku gengaz e ev hejmar heta dawiya salê bigihêje 7 hezarî.