Eyşê Efendî Navenda Giştî ya DBP’ê ziyaret kir
Eyşê Efendî Navenda Giştî ya DBP’ê ziyaret kir
Eyşê Efendî Navenda Giştî ya DBP’ê ziyaret kir
Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên “Em bi derziyê birê dikolin” bi bîr xist û nirxandina: “Îro di wê bîrê de ava weke zemzemê pîroz e derdikeve, di wê avê de xwîna ciwanên berxwedêr heye” kir.
Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî ya ji bo paneleke hate Enqereyê li Navenda Giştî ya DBP’ê bi welatiyan re hate ba hev û der barê şoreşa Kobanê de hin agahî da. Efendî ya ku hem ji bo serdana partiyê hem jî ji bo tiştên li Kobanê tên jiyîn bi gel re parve bike hate DBP’ê bi welatiyan re civîn li dar xist. Efendî bi gotina “Min ji keleha azadî û berxwedanê ji we re silavên şoreşgerî aniye” dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku di dilê her kesî de nirxek heye, nirxên herî pîroz ê gelê Kurd jî şehîdên wan in. Efendî wiha berdewam kir: “Em çi bibêjin Dê kêm bimîne, şehîdên me sembola berxwedanê, yên rê nîşanî me didin. Dema qala şehîdan tê kirin em berxwedêriya Apocî tînin bîra xwe. Bi saya vê ruhê berxwedêriyê Kobanê neket. Hêviya yên ku şehîd ketin ji kesekî tunebû. Wan dizanibûn wê nebin xwedî mal, milk û pere. Wan ji bo yekîtiya Kurdistanê xwe feda kirin.”
‘ME WEKE XETA 3’YEMÎN XWE RÊXISTIN KIR’
Efendî bilêv kir ku dema li Sûriyeyê berxwedanê destpê kir Kurd derbasî tu xetan nebûn û weke xeteke 3’yemîn xwe rêxistin kirin û rêya xwe diyar kirin. Efendî anî ziman ku tiştên li Kobanê tê jiyîn di dîroka Kurdan de yekem carê pêk tê. Efendî destnîşan kir ku hemû cihanê dît ku Kurd xwedî ruhê berxwedanê yê naheje ne. Efendî gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Em bi derziyê birê dikolin” bi bîr xist û wiha got: “Îro di wê bîrê de ava weke zemzemê pîroz e derdikeve, di wê avê de xwîna ciwanên berxwedêr heye.”
Efendî piştre jî der barê berxwedana Kobanê, şert û mercên şer û jiyanê de agahî da welatiyan. Civîn bi pirsên ku welatiyan ji Efendî kirin re bi dawî bû.