ESP û SKM: Wê zext nikaribin bi me
"Dewlet ji têkoşîna gelê Kurd û kedkaran ditirse. Naxwaze kedkar bi rastiyan re bên rû hev."
"Dewlet ji têkoşîna gelê Kurd û kedkaran ditirse. Naxwaze kedkar bi rastiyan re bên rû hev."
Berdevka SKM’ê Fadîme Çelebî derbarê zext û binçavkirinên li ser ESP û SGDF’yiyan axivî û got: "Dewlet ji têkoşîna hevpar a kedkar û gelê Kurd ditirse. Naxwazin kedkar bi rastiyan re bên rû hev."
Di rojên borî de li Stenbolê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) girtibûn. Hevseroka SGDF’ê Ceren Çoban jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin. Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Fadîme Çelebî nerazîbûn li dijî binçavkirinan da û got, êrîşên li dijî ESP’ê ne bi tesadufî ne. Çelebî wiha dewam kir: "Dewlet bi zanebûn vê konseptê pêk tîne.ESP her tim bi xeta têkoşîn û gelê Kurd re di tifaqê de ye. Ev tifaqa demokrasiyê ye. Dewlet ji têkoşîna gelê Kurd û kedkaran ditirse. Naxwaze kedkar bi rastiyan re bên rû hev."
'WÊ NIKARIBIN SERÊ ME BIDIN TEWANDIN'
Fadîme Çelebî bi lêv kir ku polîtîkayên zext û çewisandinê yên pêk tên plana tasfiyekirinê ne û wiha dom kir: "Wê nekaribin me bi van polîtîkayan biçewsînin. Em dizanin ku wê di rêya têkoşîna şoreşger de gelek astengî hebin. Lê ev berxwedana me zêde dikin. Bi krîza nerêvebirinê re rû bi rû ne.Em mafdariya xwe bi van krîzan dibînin."
'DIVÊ EM LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI BER XWE BIDIN'
Seroka ESP’a Stenbolê Pinar Turkê jî got bi êrîşên li dijî ESP’ê dixwazin hemû saziyên muxalîf bitirsînin û wiha berdewam kir: "Me bi sedan kampanya rêxistin kir û em daketin kolanan. Peymanên didin me vala ne. Em ê her tim li qada bin. Em van polîtîkayên zextê ancax dikarin bi têkoşîna yekbûyî têk bibin. Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku li kolanê têbikoşin û li dijî fazîşmê berxwe bidin."