Ertugrul Gunay jî îstîfa kir

Ertugrul Gunay jî îstîfa kir

Parlamenterê AKP’ê Ertugrul Gunay jî ji partiya xwe îstîfa kir. Gunay got: “ Binpêkirinên hiqûqê yên îro dê teqez sibê derkevin pêşberî darazê.

Ertugrul Gunay  ku bi daxwaza îhracê ya AKP’ê re sewqî lijneya Dîsîplînê bibû îro îstîfaya xwe aşkera kir.

Gunay got: “Ez spasiyên xwe ji Birêz Erdogan û hevalên xwe yên MYK’ê re dikim. Ev demek bû em bi hevalan re xebitîn.  Dema ez ketim AKP’ê piştî Muhtiraya 27’ê Nîsanê şûnde û heta niha min bi biryarek mezin xwe tevli kiribû. Ev 7 sale bi di heman rastiyê de min wezîrtî û parlamengeriya xwe domand.

DEMEKE ZOR E

Gunay da zanîn ku demek tengezar tê jiyîn û got: “Tevgereke siyasî ya ku li Tirkiyeyê xizmetê dike bi îdiayên cidî re rû bi rû ye. Divê em li dijî vê   bixwebawer û bi cesaret pêşwazî nekin, lê berovajî vê psîkolojiyek parastinê tên nîşan dan. Ji bo vê tevgerê, ji bo vê hikûmetê demek dijwar tê jiyîn.

Gunay bi lêv kir ku di esa ku mêjî û ahlaq de hewl dane rastiyan ji rêveberan bêjin û got: “Lê duh êvarê MYK û birêz serowezîr em teşwîqê biryareke ku me dide zorê.  Di vê dema ku partî bi îthamên giran re rû bi rûye, ew kesên ku bûn sedema ku partiya me bi îthaman re rû bi rû ma, 10 tehul nîşan dane, piştgirî dane û hemû hevalên ku vexwendiyên aqil kirin sewqî lijneya dîsîplînê kirin. Biryara ku em gelek didan zorê, bi vê helwsta hevalan hêsantir kir.

Gunay wiha pêd eçû: “Gelo yên di 2002’an de ji Partiya Fazîletê veqetiyan û partiya AKP’ê avakirin îstîfa kiribûn? Ji birêz serokwezîr bipirsin, nayê hişê min.  Min nekaribû bi sebir li bende beryara disîplînê bipêm. Ji ber vê min biryara xwe da.

Gunay hevalên xwe hişyar kir û got: “Ez hevalên xwe cara dawî hişyar dikim. Ez peywirdarên cemawerî yê ku li gorî talîmatên wan yên bê qanûn tevdigerin, hiyar dikim. Mirov li gorî talîmata bê qanûn tevnagerin. Bila her kes hişê bigire serê xwe.  Binpêkirina mafên îro dê sibê derkeve pêşberî hiqûqê.”