Êrîşên nîjadperest ên li Afyonê hatin protestokirin
Êrîşên nîjadperest ên li Afyonê hatin protestokirin
Êrîşên nîjadperest ên li Afyonê hatin protestokirin
Xwendekarên Kurd yên ku li Zanîngeha Kocatepê a Afyonê dixwînin bi armanca protesto kirina êrişên nijatperestî yên ku di rojên dawî de bi alikariya dewletê tên kirin daxuyaniyekî çapemeniyê li darxistin.
Bi sedan xwendekarên welatparêz-şoreşger û demokrat ku li Salona Ahmet Necdet Sezer a herêma Bariş Manço ku hatin gel hev pankarta “emê rê nedîn faşîzim derbaz bibe”, êrişên ku di nava hefteyê de ji aliyê komên nijatperest yên bi alikariya rêveberiya dibistan û polîsan li dijî xwendekaran pêk hatin û du rojan dewam kirî, gelek xwendekar birîndar bibon, xwendekaran bi daxuyaniyekî çapemeniyê ev êriş şermezar kirin.
Li ser navê xwendekarên ku li ser hev dirûşmeyên weke “li hemberî faşîzmê bil bi bil”, “Bijî biratiya gelan” qêriyan, daxuyaniya çapemeniyê Demhat Arat ku da wiha got: “Em di serî de weke xwendekarên Zanîngeha Kocatepe a Afyonê, kesên ku bi şêweykî hovane bê ku bêjin jin-zilam êrişî ser xwendekarên Kurd yên demokrat û şoreşger dikin bi tûndî şermezar dikîn.
Di 23’ê Kanûnê de li pêş salona ANS’ê du hevalên me yên jin û du hevalên wanên jin ku li rex wan bûn ji aliyê faşîstan ve kişandine nava wesayitê û hewildan ku wan bi revînin. Xwendekarên jin yên Kurd ku xwe parastin û nerazîbîbûn nîşanî vê rewşê dan, koma faşîst a ku xebatkarên ewlehiyê dîtin xwendekarên jin derb kirin û ji cihê boyerê reviyan.”
Arat ku got nexweşxaneyê rapora derb kirinê jî neda xwendekaran û diyar kir ku hêzên emniyetê jî êrişkaran di parêzin.
Arat wiha got: “Em dixwazîn bidîn zanîn ku her êrişa li hemberî hevalên me çêbibe emê bibîn bersiv jêre. Em weke xwendekarên welatparê-demokrat û şoreşger ku li Zanîngeha Kocatepa Afyonê dixwînîn ji cihên peywendî dar re radigehînîn ku emê li dijî faşîzmê tekoşîna xwe bilind bikîn. Ji bo bi dawî bûna van hemû bûyeran em rêveberiyê vedixînin ser peywîrê.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên ku hatin qêr kirin bi dawî bû.