Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îdîa kir ku wana hemû pêngavên pêwîst ji bo meseleya Roboskiyê avêtiye û got; “Me ji zagona tazmînatê gelek zêdetir tazmîna li ser hesabê wan razandiye. Serdana malbatan hat kirin. Em tenê pêvajoyê dişopînin. Tiştek din ku em bikin tune ye. Tevî çapemenî jî bila ev mesele êdî îstîsmar nekin. Piştî vê jî tu daxuyaniyek nayê. “
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di vegera serdana xwe ya ji Qezexistanê li Balafirgeha Ataturkê bersiv da pirsên rojnamevanan. Erdogan bersiv da pirsên der barê daxuyaniyên Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ên der barê Komkujiya Roboskiyê de û got; “Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan e. Ger daxuyaniyek bide, bi hevalên xwe re gotûbêj dike û piştre dike. Me der barê Qilabanê de jî daxuyanî dabû, ew daxuyanî çi bû; me ji destpêkê ve got dibe xeta hebe, lê me got ew herêm herêma terorê ye. Lê tu kes nikare qaçaxçîtiyê weke titşeke rewa nîşan bide. Me ji zagona tazmînatê gelek zêdetir tazmîna li ser hesabê wan razandiye. Serdana malbatan hat kirin. Me wezîfeya xwe ya mirovahî pêk anî. Lê ger rêxistina terorê û dûvikên wan li genda tiştek din bila li qusûrê nenêrin.. Em tenê pêvajoyê dişopînin. Tiştek din ku em bikin tune ye. Tevî çapemenî jî bila ev mesele êdî îstîsmar nekin. Piştî vê jî tu daxuyaniyek nayê.”
Erdogan bersiv da pirsên rojnamevanên ên der barê hevdîtinên Osloyê û mûzakereyên li Îmraliyê de jî û got; “Min gotibû bi terorê re têkoşîn, bi baskên wan re muzakere. Ez nizanim dê yên li hemberî çawa nêzîkê muzakereyê bibin” Erdogan diyar kir ku gotûbêjên li ser Îmraliyê wendakirina demê ne û got; “Têkiliya Osloyê bi projeya yekitî û biratiya neteweyî re tune ye. Ger hûn bixwazin fêr bibin, hûn li bernameya partiya me binêrin, hûn ê bibin me kengî dest bi meseleya Başûrê Rojhilat (bakûrê Kurdistanê) kiriye. Me li wir çareseriyê jî daniye holê. Me pêngavên pêwîst heta roja îro bi awayeke baş avêt. Yekane desthilatiya înkarê ji holê rakir em in. Me di mijarên ziman, çand û di her warî de înkar ji holê rakir. Ji propagandayê bigire heta bîlbordên xwe, çanda xwe bi zimanê xwe dikirin. Lê bila li qusûrê nenêrin, tenê zimanek me yê fermî heye, ew jî Tirkî ye.”
Erdogan bal kişand ser çûyîna endamên MÎT’ê bo Îmraliyê û got; “Ez di dema serokwezîrtiya xwe de endamên Teşkîlata Sîxûrî ya Neteweyî (MÎT) diînim Îmraliyê. Ez ê sibê jî bişînim, rojek din jî. Ev wezîfeya MÎT’ê ye. “