Erdogan dîsa Kurdan bi darvekirinê tehdît kir

Erdogan dîsa Kurdan bi darvekirinê tehdît kir

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdoganê ku di polîtîkayên şerê giştî yê di pirsgirêka Kurd de israr dike, careke din gefa cezayê darvekirinê li Kurdan xwar. Erdogan got: “Cezayê darvekirinê di çarçoveya sucên teror û mirinê de bê gotûbêjkirin.”

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di vegera ji Bruneiyê di balefirê de bersiv da pirsên rojnamevanan. Erdogan careke din cezayê darvekirinê ya ku weke şantajê li hemberî daxwaza sererastkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê bi kar tîne, din anî rojevê.

Erdogan bersiv da pirsa bi awayê “We meseleya cezayê îdamê vekir. Gelo ev yek dê bandorek çawa li têkiliyên bi YE’yê re bike?” û got: “Welatên vî cezayî pêk tînin û pêk naynin hene. Civata navneteweyî ne tenê YE ye. Mînak li DYA, Çîn, Rûsya û Japonyayê îdam heye. Lê li Norwecê mirovek 77 kes kuşt, tenê bi 21 salan hate cezakirin, ev yek ne ewqas erzan e. Ne ji bo sucên siyasî lê cezayê darvekirinê di çarçoveya sucên teror û mirinê de bê gotûbêjkirin.”

Erdogan bersiva pirsek der barê greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ketiye roja 61emîn da û îdîaya “Beşek mezin a daxwazên wan hatine pêkanîn” kir.

Erdogan bersiv da pirsek der barê pêşketinek di hevdîtin û mûzakereyên Osloyê de heye an na de, û îdîa kir ku hemû mafên Kurdan hatine dayin.

Erdogan ku got; “Em her tim dibêjin ‘projeya yekitiya millî, bihevrebûn û biratiyê’. Em vê pêk tînin. Hevalo niha çi mafê te neye ku te negirtiye? Tu nebûyî wezîr? Tu nehatî parlementoyê?” îdîa kir ku Kurd niha ji gelek gelên din zêdetir xwediyê mafan e.