Erdogan: Cara dawî êriş dikin lê em serî li ber na tewînin
Erdogan: Cara dawî êriş dikin lê em serî li ber na tewînin
Erdogan: Cara dawî êriş dikin lê em serî li ber na tewînin
Serokwezîrê Tirk Erdogan got ku HSYK’ê suc kiriye û wiha got: “Wê kî HSYK’ê lêpirsîn bike? Ger mafekî wiha yê min heba minê di cihde ew lêpirsîn bikira.” Erdogan bê ku nav bide Cemaeta Gulen rexne kir û ev nerazîbûn nîşa kir, “cara dawî êriş dikin. Cara dawî hemû derfetên di destê xwe de, hemû hêza xwe derdixin holê.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan, di axaftina merasîma li Navenda Kongre û Çanda Zanîngeha Sakaryayê (SAU) de kirî bal kişande ser operasyona nelirêtî û bertîlê. Erdogan diyar kir ku ew wê yên ku têkilî nelirêtiyê bûne derxin holê, yên ku malê sêwî û dewletê dixwin hesaba jê bipirsin.”
Erdogan ku nerazîbûn nîşanî HSYK’ê dan wiha got: “Wê kî vê HSYK’ê lêpirsîn bike? Ger mafekî min yê wiha heba winê di cihda bikira. Ez niha li vir suc radigehînim. HSYK’ê wan jî li vir suc kirin. Dema ku dozekî girêdayî Adli kollika diçe Dadgehê, ew jî dema ku ev doz berdewam dike de radibin daxuyaniyekê didin. Ev daxuyanî ne li gorî madeyê 138. yê Destora Bingehîne. Hina di pirsim: Wê kî vê HSYK’ê lêpirsîn bike? Hun dizanin ka wê kî lêpirsîn bike? Wê gel lêpirsîn bike.”
DI DERBARÊ DOZGER DE RAGEHANDINA SUC
Erdogan Dozger Muammer Aktaş jî bi zimanekî tûnd rexne kir û wiha got: “Ma dozgerek li pêşiya adliyeyê li xebatkarên çapemeniyê belavokan belav dike? Ma tiştekî wiha dikare çêbibe? Dozgerî wiha ji bo me rû reşê edaletê ye. Tu çewan dikarî tiştekî wiha bikî! Vêna hinek din dikin. Lê diyare bandorekî van li gel tejî heye. Gelê min wê biryara xwe bi şêweyekî herî baş bide. Li ser vê mijarê ez li vir suc radigehînim. HSYK tu girêdayî zat çi dikî û tu wê çi bikî?
‘CARA DAWÎ ÊRIŞ DIKIN LÊ EMÊ SERÎ LI BER NE TEWÎNÎN’
Erdogan ku got “dema gel got biçe wê biçin û di vê de du dilî nîne” û wiha got: “ Ji ber cihê em rêzê jêre digirîn ew dere. Lê dema gel bêje ‘bimîne’ em wê ticarî gûh nedîn gotinên hinekan yên weke ‘here’.”