Li Enqere û Îzmîrê polîtîkayên qetlîamê yên li Kurdistanê yên AKP’ê hatin protestokirin. Di çalakiyan de hate xwestin ku polîs ji bajarên Kurdistanê vekişin, banga piştgiriyê li civaka li rojava hat kirin.
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Enqereyê li Cadeya Yuksel qedexeyên kolanan û qetlîamên AKP’ê yên li Kurdistanê didomin protesto kir. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman jî tevlî çalakiyê bûn. Rêveberê Rêxistina HDP’ê yê Bajar Sedat Yagcioglû bal kişand ku her roj li Kurdistanê sivîl tên qetilkirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman destnîşan kir ku li Kurdistanê qetlîam û wehşet tê jiyîn. Di axaftina xwe de wiha got: “Her ferdekî Kurd ji bo faşîstên AKP’ê bûne hedef.”
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar diyar kir ku şerê ku li Sûr, Cizîr û Farqînê tê meşandin, parçeyek ji polîtîkaya şerê pêvajoya nû ye. Wiha berdewam kir: “Sedema polîtîkayên şer, îradeya aştî û azadiya mezin dibû bû.” Sancar got berê çiya bomberdûman dikirin, niha jî bajaran hildiweşînin. Sancar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê çiya bomberdûman dikirin, lê nikarîbûn meşa gelên Kurdistanê bifetisînin. Wê niha jî nikaribin.”
Sancar got, “Hûn çiqas leşker, polîs û çek dixwazin li Kurdistanê kom bikin” û got wê kes nikaribe daxwaza azadiyê bitepisîne. Herî dawî wiha ragihand: “Yekane rê muzakere ye. Ji bilî vegerîna maseyê ti çareyê we yên din tineye.”
ÎZMÎR
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Menemenê qetlîamên di bin navê “qedexeyên kolanan” ên li Kurdistanê tên kirin, li Parka Demokrasî ya Asarlik protesto kir. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Menemenê Mûstafa Aydin anî ziman ku desthilatiya AKP’ê bi zîhniyeta DAIŞ’ê ve li Kurdistanê qetlîaman pêk tîne. Aydin qetlîam lanet kir, herî dawî banga bilindkirina berxwedanê li rojavayê welat kir.
Girseyê piştî daxuyaniya çapemeniyê, ji bo piştgiriya berxwedana Kurdistanê çalakiya dengderxistinê pêk anî.