Endamên KESK’ê çûn serdana nobeta malbatên girtiyan

Li Îzmîrê endamên KESK’ê çûn serdana malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de ne.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Îzmîrê di roja 20’emîn de didome. Îro endam û rêveberên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ên Îzmîrê serdana nobedê kirin û piştgirî dan malbatan. 

Fehîme Poyraz dayika girtî Suleyman Poyraz ku di heman demê de dayika Denîz Poyraz e di nobedê de axivî û destnîşan kir ku 11 sal in kurê wê di Girtîgeha Şakrana Îzmîrê de girtî ye û divê hemû dayik destekê bidin nobeda edaletê. Poyraz da zanîn ku ew bi lawê xwe re bi telefonê axiviye û got: “Guhê çepê yê kurê min nabihîze. Bi zekemê ketiye. Ji ber ku nexweş e serî li îdareya girtîgehê daye. Lê belê tu bersiv nedane daxwazên wî. Em dixwazin tavilê girtiyên nexweş werin berdan.” 

Endamên KESK’ê Hasan Alî Kiliç û Dîlek Kanlibaş Demîr jî axivîn û piştevaniya xwe ji bo malbatên girtiyan anîn ziman.