Endamên Halkevlerî ku bi mexdûrên erdhejê re bûn piştevan, hatin destgîrkirin

Li navçeya Defne ya Hatayê, walîtiyê xwest nuqteyên piştevaniyê bi lez û bez bên rakirin, Halkevlerî li dijî vê daxwazê xwest ku li ber avahiya xwe ya giştî daxuyaniyê bide, polîsên Tirk êrîş kir û gelek endamên wê destgîr kirin.

Walîtiyê Hatayê xwest ku nuqteyên piştevaniyê ku ji roja erdhejê rabûye li navçeya Defne ya Hatayê hatine danîn, bên rakirin. Alîkarê Walî Harûn Kaya û komên AfAD’ê çûn qada alîkariyê ku Halkevlerî, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê û Yekitiya Bijîşkên Tirk û gelek sazî dilxwazî hewcedariya bi sî û star, dexil û dan, tenduristiyê ya mexdûrên erdhejê dibînin û xwest ku konên li Parka Sevgiyê hatine danîn bên rakirin.

Endamên Halkevleriyê, li Kuçeya Konûr a Enqereyê, têkildarê tiştên li Parka Sevgiyê qewimîne, got: ‘’Tedbîr ji bo pêdiviyên bingehîn ên xelkê bigirin, rê li ber astengiyê negirin’’ û xwest ku daxuyaniyê bidin.

Polîsên Tirk ku nehişt daxuyaniyê bidin, Seroka Giştî ya Halkevlerî Nebiye Mertturk jî di nav de gelek endamên Halkevleriyê destgîr kirin.