Endamên ÎHD’ê ji bo Tepelî yê bi êşkenceyê hatî qetilkirin, kom bûn
Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo Maksût Tepelî yê ku sala 1984’an bi awayek birîndar hat destgîrkirin û piştre bi êşkenceyê hat qetilkirin, kom bûn.
Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo Maksût Tepelî yê ku sala 1984’an bi awayek birîndar hat destgîrkirin û piştre bi êşkenceyê hat qetilkirin, kom bûn.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” ku her hefteyê carekê li dar dixe, vê hefteyê jî li ber Sumerbanka kevn a li Konaka Îzmîrê li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê di çalakiyê de pankarta “Winda wijdan in, xwedî li wan derkeve” û “Kujer diyar in winda li ku ne?” hatin hildan û li aqûbeta Maksût Tepelî (28) ê mamoste pirsîn. Maksût Tepelî di 2’ê Sibata 1984’an de li navçeya Ataşehîra Stenbolê hat destgîrkirin û windakirin, pirsîn.
Sekreterê ÎHD’ê ya Îzmîrê Alî Aydin di destpêka axaftina xwe de ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şifa xwest.
Aydin diyar kir ku ew vê hefteyê dosyeya 39 sal in bêceza hatiye hiştin bi raya giştî re parve dikin û 39 sal in kujerên winda Maksût tên parastin û gora wî nayê zanîn.
Aydin serpêhatiya Maksût Tepelî parve kir û destnîşan kir ku polîs ewilî li Tepelî didin û paşê wî destgîr dikin û bi awayekî birîndar êşkence lê tê kirin û tê windakirin. Aydin anî ziman ku ji roja Tepelî hatiye windakirin agahî jê nayê girtin û cihê gora wî jî nayê zanîn. Aydin da zanîn ku tevî hemû serlêdanên malbat û parêzer jî dosyeya dozê bi hinceta demboriyê bi biryara neşopandinê hatiye encamkirin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.