Endama Parlementoya Ewropayê Dr. Renate Sommer Rapora Pêşketinê ya Tirkiyeyê ya 2012 şiband romana tirsê û got; “Tirkiyeya ku li dewsa nirxên Ewropayê qebûl bike, nirxên xwe li ser Ewropayê dide ferzkirin. Êdî dem hatiye ku ji Tirkiyeyê re bê gotin “Tirkiyeya Hêja; yekitiyê ji bîr bike” bê gotin.” Endama Komîsyona Têkel a Tirkiye-YE ya Parlementoya Ewropa Dr. Renate Sommer ji ANF’ê re axivî û banga “Guh bide daxwazên girtiyan” li Tirkiyeyê kir.
Di rapora Pêkeşitinê ya 2012 de ya li ser Tirkiyeyê hate amadekirin de Komîsyona Ewropayê rexneyên giran li Tirkiyeyê kir. Dengvedana vê raporê berdewam dike. Di raporê de rexneyên tund ên di mijarên pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên kêmaran, azadiyaraman û çapemeniyê de li Tirkiyeyê hatin kirin. Her ku diçe ku hejmara siyasetmedarên Kurd ên ku dixwazin statuya berendamtiyê ya ku YE sala 1999 dabû Tirkiyeyê jê bistînin, zêde dibin.
Siyasetmedara Partiya Xirîstiyan-Demokrat û Parlementera Parlementoya Ewropayê (PE) Dr. Renate Sommer Rapora Pêşketinê ya Tirkiyeyê ya 2012 şiband romana tirsê û got ku serboriya Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya YE’yê bi dawî bûye.
'RAPORA PÊŞKETINÊ WEK ROMANA TIRSÊ YE'
Dr. Sommer bal kişand ku êdî li Tirkiyeyê êrîşên li ser muxalîfan, kêmaran, rojnamevanên hukûmet rexne dikin û binçavkirina wan bûne parçeyek a jiyanê. Dr. Sommer Rapora Pêşketinê ya 2012 şiband romana tirsê û feraseta hukûmeta Tirk a demokrasiyê jî şiband demokrasiya Serdema Navîn a ku nû pêş diket. Dr. Renate Sommer da zanîn ku gelek kêmasiyên daraz û polîsî yên dewleta Tirk hene û tiştên ku di navbera Bruksel û Enqereyê de divê bên kirin ji ANF’ê re nirxand.
Endam PE’yê da zanîn ku hêviyên Ewropayê yên li hemberî pêşketinên li Tirkiyeyê şkestine û got: "Gava em bi çavên nirxên Ewropayê li Tirkiyeyê dinêrin, bi rastî jî dîmenek metirsîdar derdikeve pêşberê me. Welatek ewqas xweşik hatiye vê rewşê, ev yek mirov xemgîn dike.” Siyasetmedara Alman da zanîn ku li Tirkiyeyê xeteriya herî mezin bêtehemûliya li hemberî fikir û ramanan e û ev rexne li hukûmeta AKP’ê kir:
"Divê rexnekirina hukûmet teqez tiştek normal be. Bivênevê ev qûralek a demokrasiyê ye. Ji ber ku demokrasî ew e ku her kes bikare nêrînên xwe bêje. Hukûmeta Tirk tehemûla nêrîn û fikrên cûda nake û ev yek jî rewşek xirab e. Jixwe cûdakariya li hemberî gel û komên din ên olî êdî bûye bûyerek rojane ya ji rêzê."
Endama PE’yê Dr. Sommer bal kişad ser rexneyên lêkolînekirina Komkujiya Roboskiyê ya ku di Rarpoa Pêşketinê ya YE’yê de cih girt û got; "34 sivîl bi şaşitî têne kuştin. Lê hîna jî daraza Tirk li hemberî vê tiştek nekiriye. Ev bûyera tirsnak divê teqez bê lêklînkirin û bê lêpirsîn û berpirsên wê bên darizandin. Ger ev yek neyên kirin, ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin."
'DIVÊ YE BIRYARA TIRKIYEYÊ BIDE'
Siyasetmedara Partiya Xirîstiyan-Demokrat diyar kir ku her ku diçe Tirkiye di van salên dawiyê de ji YE’yê dûr dikeve û got; “Tirkiye ji bo bikeve YE’yê her tim vê yekê li ser me ferz dike; ne em, divê YE biguhere."Dr. Sommer bi bîr xist ku YE’yê ji bo nirxên xwe yên demokrasiyê xelata Nobelê wergiritye û got:
"Xetala ku vê dawiyê YE’yê wergirt demokrasiya yekitiyê nîşan daye. Ango tu welatên ku demokrasiyê pêk neynin nikarin bikevin yekitiyê û em dibînin li Tirkiyeyê jî demokrasî tune ye. Her sal di raporên ji bo pêşketina Tirkiyeyê tên amadekirin de em dibînin Tirkiye notên xirab werdigire. Jixwe ev demek dirêj e ku muzakereyên endamtiyê berdewam nakin. Divê YE êdî biryara xwe ya ji bo Tirkiyeyê bide.
Bi heman awayî, Enqere endamtiya Qibrisê dike hincet û têkiliyên xwe yên bi Konseya Ewropayê re birrîye. Lê bi rastî jî Tirkiye bi nasnekirina Qibrisa endama YE’yê, hemû YE’yê nas nake. Tirkiye saziyên YE’yê weke muxatab nabîne û niyeta wê tune ye ku têbikeve yekitiyê jî. Êdî dem hatiye ku em ji Tirkiyeyê re vê bêjin: Em êdî pêvajoy têketina YE’yê ji bîr bikin."
'BILA GUH BIDE GREVA BIRÇÎBÛNÊ'
Siyasetmedara Alman xwest ku YE statuya berendamtiyê ya ku daye Tirkiyeyê jê bistîne û ji bo wê bixwaze pêvajoyek nû ya têkiliyan bi destpêkirin û got; “Bi lihevkirinên pêngav bi pêngav em careke din dikarin Enqereyê ber bi Ewropayê ve bikişînin. Piştî wê em dikarin pêvajoya berendamtî û namzediyê jî berdewam bikin. Ev rewş dê barê Tirkiyeyê sivik bike." Endama Parlementoya PE’yê Dr. Sommer ji bo grevên di girtîgehan de didomin jî got:
"Em bi endîşe rewşa girtiyan dişopînin. Ger mirovek dest bi greva birçîbûnê bike û canê xwe deyne holê, teqez ji bo vê yekê sedemek pir girîng heye. Divê hukûmeta Tirk li hemberî çalakiya greva birçîbûnê ya ku rewşa girtiyan dixe metirsiyê xemsar nemîne û bi awayeke lezgîn bikeve nava liv û tevgerê."