Di ser Komkujiya Roboskî re ku 34 ciwanên Kurd 28'ê Kanûna 2011'an bi bombardûmana balafirên şer hatin qetilkirin, 10 sal derbas bûn lê hîn jî edalet bi cih nehatiye.
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu ku di komkujiyê de birayê wî Serhat û 27 xizmên wî hatin qetilkirin, ji ANF'ê re axivî.
'ÊŞA KOMKUJIYÊ MÎNA ROJA DESTPÊKÊ HÎNÊ TEZE YE'
Encu bi bîr xist ku 10 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, lê hîn jî êşa wê mîna berê ye û got, di vê pêvajoyê de gelek bûyer qewimîn, lê belê yekane tişta ku neguherî, têkoşîna edaletê ya dayikên Roboskî ye.
Encu diyar kir ku ji bo darizandina berpirsyarên komkujiyê cih nema ku wan serî lê nedan û got, tevî ku bi meş û daxuyaniyan komkujî kete rojeva gel jî mixabin ji aliyê hiqûqî ve encamek bi dest neket.
Encu anî ziman ku ev yek ji ber sîstema hiqûqê ya li Tirkiyeyê ye û got, "Ji ber ku li Tirkiyeyê dadgerî bi nêzîkatiyeke siyasî tevdigere, mixabin ji roja destpêkê ve kujer têne parastin. Malbatên Roboskî yên ji bo edalet û rastiyê têdikoşin hatin darizandin, ketin ber lêpirsînê, hatin destgîrkirin û girtin. Ev aliyekî mijarê bû. Aliyê din jî ew e ku ev êşa mezin di dilê dayikan û malbatan de mîna roja destpêkê teze ye. Yek ji sedemên herî mezin ên kêmnebûna êşê ew e ku berpirsyarekî bi tenê jî ji ber komkujiyê nehatiye darizandin."
'ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞIYA ME MEKANÎZMAYA HIQÛQÊ YE'
Encu destnîşan kir ku piştî komkujiyê astengiya herî mezin a li pêşiya wan mekanîzmaya hiqûqê ye û got, 34 mirovên ku piraniya wan zarok bûn û hatin qetilkirin, ti carî nekete rojeva dozger û dadgeran.
Encu got, "Dozgerê Qilabanê di roja destpêkê de li şûna lêpirsîna vê komkujiyê, dest bi lêpirsîna malbatan kir. Ji wê derê destpê kir û herî dawî Dadgeha Destûra Bingehîn bi îdîaya 'belge kêm e' doz red kir. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî li gel binpêkirina mafê jiyanê jî bixabin xwe li hin meseleyên teknîkî aliqand û biryareke siyasî da; diyar kir ku rêyên hiqûqa navneteweyî bi temamî nehatine bikaranîn û dosya qebûl nekir."
'JI BO CAREKE DIN LI VÊ XAKÊ KOMKUJÎ NEBE...'
Encu bi bîr xist ku wê demê li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Komîsyona Jêrîn a Qilabanê hate avakirin, lê belê ji ber ku di komîsyonê de 8 kes ji AKP'ê bû, ev komîsyon bû komîsyona peydakirina hincetan a hiqûqa bi cih nehate anîn.
Encu ragihand ku li gel şerha HDP û CHP'ê jî komîsyonê di rapora xwe de komkujî rewa kir, ti gotineke hiqûqî bi kar neanî û bi gotina "Şaştiya bivê nevê" rapor amade kir û bandor li dadgeriyê kir.
Encu bi bîr xist ku birayê wî Velî hîn jî girtî ye, li malbatên Roboskî bi hincetên cuda ceza hate birîn û ev operasyona ji bo tepisandinê 10 sal in dewam dike.
Encu diyar kir ku malbatan Sibata 2021'ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn, meha Cotmehê jî serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dane û niha li benda encama van serlêdanane.
Encu ku piştî komkujiyê dest bi siyaseta çalak kir, wiha axivî: "Êşa li vê xakê tenê bi Roboskî dest pê nekir. Gelek komkujî hatin kirin. Gundên me hatin valakirin, her roj mirov hatin destgîrkirin, girtin û êşkence hate kirin. Ji xwe ji vî alî ve bûbûm mirovekî polîtîk. Min timî li dijî neheqiyê têkoşîn dimeşand, lê belê piştî komkujiyê bi rengekî çalak tevlî siyasetê bûm. Ji bo careke din li vê xakê komkujî nebe û hesabê komkujiyan bêpirsîn tevlî pêvajoyeke çalak a têkoşînê bûm."
'DIVÊ ÊDÎ MIROV LI BER VÊ YEKÊ RABIN'
Encu ragihand ku polîtîkaya bêcezahiştinê bûye rêbaza rêveberiyê ya vî welatî û bi bîr xist ku piştî her bûyer û komkujiyê ev polîtîka tê meşandin.
Encu got, "Bi berdana 'zarokên baş' ên Pirtûkxaneya Şemzînanê, bi berdana kontrayên kuştinên kiryar nediyar kirin, bi nixumandina komkujiyên Pirsûs û Enqereyê, bi mexdûriyeta malbata Şenyaşar me ev rastî dîtin. Ji şewitandina mirovên me bi saxî li jêrzemînên Cizîrê heta bi hiştina cenazeyê Dayika Taybet li naverastê di gelek komkujiyan de me dît ku bêcezahiştin veguheriye rêbazeke rêveberiyê. Di vir de em ê hîn bêhtir têbikoşin û piştevaniya hev bikin. Divê ev zîhniyeta riziyayî ji vê xakê bê avêtin. Naxwe wê komkujiyên nû li me bêne kirin. Mixabin dîrok ji vî alî ve xwe dubare dike, divê êdî mirov li ber rabe. Divê aştî, demokrasî, azadî û wekhevî li vê xakê serwer bibe."