Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ku yekemcar sala 1992'an li bajarê Bochûm ê Elmanyayê hate lidarxistin, bi rengekî kevneşop her sal dewam kir û îsal cara 25'an tê lidarxistin. Festîval wê 16'ê Îlonê li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk were. Dirûşma îsal a festîvalê "Azadî ji Serok Apo re, Statu ji Kurdistanê re, Aştî ji Rojhilata Navîn re" ye û tê payin bi qasî 100 hezar kes tevlî bibin. Li gel peyamên xwe yên siyasî, festîval xwedî bernameyeke dewlemend a çandê ye. Hevserokê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer, ku endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê ye, diyar kir ku amadekarî hemû qediyan e. Koçer got, ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojava, silavkirina xweseriya Şengalê divê tevlîbûneke xurt li festîvalê bê kirin.

'GELÊ ME WÊ DAXWAZÊN XWE BÎNE ZIMAN'
Hevserokê NAV-DEM'ê anî ziman, hemû amadekariyên festîvalê li ber qedandinê ne û got, "Şiyara festîvala me ya îsal wê dilsoziya bi şehîdên xwerêveberiyê û dilsoziya bi ruhê şoreşa Rojava be. Gelê me ku li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê bi serbilindî, bi biryardarî û wêrekî li ber xwe didin, bi gavekê jî ji hêviya azadî û rizgariyê tawîzê nade, ji bo me çavkaniya mezin a wêrekiyê ye."
Koçer diyar kir, ku li Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku her sal çanda Kurd tê naskirin, wê îsal jî bi perspektîfeke bi heman rengî pîrozbahî were kirin û wiha dewam kir: "Li festîvala me, ku ji bo danasîna çanda me li Ewropayê çalakiyeke girîng e, wê gelek peyamên siyasî bên dayin. Di vê festîvalê de em ê xwedî li şoreşa Rojava derkevin û xweseriya Şengalê silav bikin. Her wiha em ê li ber êrîşên dewleta Tirk rabin, xwedî li berxwedana YPG û YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin derkevin û gelê me wê li dijî qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê peyameke xurt bide. Li dijî dîkta Erdogan a li Bakurê Kurdistanê gelê me wê dengê xwe bilind bike."
Koçer ragihand, ku li gel peyamên siyasî wê li festîvalê çalakiyên hunerî jî hebin û bi bîr xist, ku nûnerên gelek partiyên siyasî, hunermend û dostên Kurdan wê di festîvalê de amade bin.
Koçer anî ziman, ku ji bo zarokan jî cihekî taybet hatiye amadekirin û zarok wê li vê derê bi dilê xwe şa bibin.
Tahîr Koçer destnîşan kir, ku hemû amadekariyên burokratîk û ewlekariyê yên festîvalê qediyane û got, "Em ji gelê xwe rica dikin ku madeyên şewatê ya jî birek; kêr, şûşe, parfumê bi xwe re nîne. Ji bo festîvala me bi rengekî ewle û serketî derbas bibe, divê her kes baldar be. Pêwîste gelê me nekevin xefika provokasyonan û ji komîteya amadekar re bibe alîkar." Di dawiya axaftina xwe de Koçer banga tevlîbûneke xurt li Kurdistaniyên li Elmanya û gelemperiya Ewropayê kir.
BERNAMEYA ÇANDÊ YA FESTÎVALÊ
25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê 16'ê Îlonê li bajarê Koln ê Elmanyayê li navnîşana "Deutzer Werft , 50679" saet di 11:00 de dest pê bike.
Bernameya çandê ya festîvalê jî wiha ye: Cemîl Koçgirî, Orkestra Tehsîn Xidir MA, Jala, Koma Berxwedan, Koma Dengê Mezopotamya û komên govendê yên TEV-ÇAND'ê.