Elewiyên Ereb ji bo şînê hirîsî çêkir

Elewiyên Ereb ku li Hatayê ne, ji bo jiyandina kevneşopiyekê bi tevkariya her kesî ji bo bibîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hirîsî çêkir.

Elewiyên Ereb ku li Hatayê ne, ji bo bibîranîna kesên di erdhejê Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, bi hev re hirîsî çêkir.

Hirîsî ku bi piranî mîna cejnekê derbas dibe, vê carê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, hat çêkirin. Li Şaredariya Defneyê ku bi piranî Elewiyên Ereb lê dijîn, Hirîsî ku çêkirina wê kevneşopiyek e îcar ji bo girtina şîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hat çêkirin.

Mehmet Sûltanoglû ku bi salan serokatiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Taxa Akdenizê kiriye, diyar kir ku hirîsî bi hevparî û piştevanî hatiye çêkirin.

Sûltanoglû da xuyakirin ku erdhejê herî pir li Elewiyên Ereb xistiye û got ku ji bo jiyandina hirîsiyê ku kevneşopiyeke Elewiyên Ereb e, çêkiriye.

Sûltanoglû bi domdarî ev tişt gotin: “Taxa Akdenîzê, perçeyekê Armûtlûyê ye. Taxên Akdenîz, Armûtlû, Sumerler, Elektrîk û Tûrûncû wek malbatekê ne û mixabin cihên herî pir kesan lê jiyana xwe ji dest daye, ev tax in. Li van taxan nêzîkî sê hezar kesan jiyana xwe ji dest da. Ji bo careke din em rû bi rûyê felaketên wiha nebin me hirîsî çêkir, ku ji bav û kalên me ji me re maye. Aşûre ku em jê re dibêjin hirîsî, carinan bi savar, carinan jî bi şorbeya birinc û bi goşt tê çêkirin. Em, Elewiyên herêmê çêdikin, ked û tevkariya her kesê di çêkirina wê de heye.“

Sûltanoglû da zanîn ku hêj jî cenaze di bin kavilan de hene û anî ziman ku ew vê carê ji bo girtina şînê li hev civiyane û êşa wan zêde ye, ji bo xwe bidin hev, dem divê.