Elewiyên Ereb hewl didin birînên xwe bipêçin

Piştî erdheja li Mereşê ku bandor li 11 bajaran kir, civaka Elewî ya Ereb a li Hatayê hewl dide birînên xwe bipêçe.

Li navçeya Defne ya Hatayê ku piştî erdhejê gelek kes lê mirin û hilweşîneke mezin lê çêbû, erdhejê bandora herî giran li Elewiyên Ereb kir. Şêniyên vê herêmê hewl didin birînên xwe bipêçe. Elewiyên Ereb ragihand ku dewletê qet ew nedîtiye û anî ziman ku ew bi hevkariya dilxwazan hewl didin birînên xwe bipêçin.

Ji Elewiyên Ereb ên li taxa Harbiye ya Jorîn a li navçeya Defneyê Alî Haydar Kizilkaya deriyê kargeha xwe li civaka Elewî ya Ereb vekir ku dewlet wan ji nedîtî ve tê.

Kizilkaya rojane 1500-2000 nanên li mutbexa restoranta xwe lê dike, li xwaringehên gel û dilxwazan belav dike.

Kizilkaya ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dewletê ji roja destpêkê ya erdhejê ve mirov bi tenê hişt û got, "Destpêkê mixabin me alîkariya dewletê nedît. Di hefteya destpêkê de me leşker û polîs li qadê nedît. Dema erdhej çêbû ez li leşkeriyê bûm. Roja erdhejê em xistin bêhndanê, ez jî ji aliyekî Tirkiyeyê hatim Hatayê. Mixaibin dewleta me nekarî bê. Dewlet qet nehat.

Roja destpêkê destûr dan, sibeha roja din ez li vir bûm. Di nava rojekê de bi derfetên xwe min xwe gihand vê derê. Dema ku hatim vir, tenê hevalên dilxwaz hebûn. Mala wan ava alîkarî anîn, av anîn, erzaq anîn. Em ji wan re bûn alîkar ji bo belav bikin. Lê mixabin ji dewletê me kes nedît. Em li vir bi qedera xwe re rû bi rû hatin hiştin."

Kizilkaya diyar kir ku dewletê hem Hatay hem jî civaka Elewî ya Ereb bi tenê hişt û ragihand ku ne dewletê lê belê dilxwaz hatin cenaze derxistin û alîkarî kirin.

'PÊNC ROJAN ME LI MIRIYÊN XWE NIHÊRÎN Û LI BENDÊ MAN'

Kizilkaya got, "Pênc rojan miriyên me li pêş çavên me bûn, dema em radizan, dema em hişyar dibûn cenazeyên me li pêş çavên me bûn, lê me nekarîn wan derxînin. Em niha di şoqê de ne, windahiyên me hene, windahiyên her kesî heye. Lê belê em hîn jî di şoqê de ne, haya me jê nîne bê çi hatiye serê me. Pergala her kesî xera bû, di vê nuqteyê de mixabin em dewleta xwe nikarin li kêleka xwe bibînin.

Weke Elewiyên Ereb me bi kûrahî hîs kir ku em bi tenê hatin hiştin."