EGE TÛHAYDER: Em dengê hemû girtiyên siyasî ne
Endamên EGE TÛHAYDER’ê bang kirin ku bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî werin berdan.
Endamên EGE TÛHAYDER’ê bang kirin ku bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî werin berdan.
Endamên EGE TÛHAYDER’ê ji bo ku girtiyên nexweş bên berdan li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî dan çapemeniyê.
Di dema daxuyaniyê de pankartên ‘Azadî ji girtiyên nexweş re, bila mirinên li girtîgehan bi dawî bibin’ hate vekirin û dowîzên ‘Deng bide girtîgehan’ û ‘Deng bide dengê mirovahiyê’ hatin hildan.
HDP, Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, OHD, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, HDK û ANYAKAYDER’ê jî piştgirî dan çalakiyê.
Hevseroka EGE TÛHAYDER’ê Nîlay Guleser daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Li ser girtiyan nokerî tê ferzkirin. Piştî aşiyên ji ber pandemiyê, di warê bihîstinê de nexweşî bi girtiyan re çêbûne. Tiştên li kantînan bi bihatî tên firotin, girtî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke bi cih bînin. Sirgunkirinê ji kêfî didome û girtiyan dişînin bajarên ku dûrî malbatên wan e. Li ser hewşan hatine girtin. Çalakiyên civakî û atolye hatine qedexekirin. Di girtîgehan de mirinên bi guman zêde bûne, girtî neçar in ji bo dengê xwe bidin bihîstin metodên cihê bi kar bînin.
Rêzdar Ocalan yê ku li ser wî tecrîdeke mezin heye di serî de, em dengê girtiyên siyasî ne. Em dizanin li girtîgehan miameleya li ser hiqûqa dijminatiyê tê kirin. Ev tiştên ku dikin tê wateya îxaneta li mafên mirovan û mirovayetiyê.”
Piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê çalakvana Nobeda Edaletê Hanim Sever xwest girtiyên nexweş bên berdan.
Çalakvan Medîne Kaymaz a ku ew jî di Nobeta Edaletê de cih digire got “Divê bizanibin heta Rêberê Kurdan ji Îmraliyê were berdan, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Êdî bes e ji van zilm û heqaretê re.”