Efserê teqawid: Leşker jî wê hesab bide
Efserê teqawid Bahir Altan, qanûna parastina leşkeran a ji dadgeriyê nirxand: Ti qanûn wê nikaribe sûcên li dijî mirovahiyê biparêze. Wê ji sedî sed hesab bidin.
Efserê teqawid Bahir Altan, qanûna parastina leşkeran a ji dadgeriyê nirxand: Ti qanûn wê nikaribe sûcên li dijî mirovahiyê biparêze. Wê ji sedî sed hesab bidin.
Efserê teqawid Bahir Altan, qanûna parastina leşkeran a ji dadgeriyê nirxand: Ti qanûn wê nikaribe sûcên li dijî mirovahiyê biparêze. Wê ji sedî sed hesab bidin.
Efserê teqawid Altan diyar kir, bi qanûna parastina leşkeran ji darizandinê re tê xwestin, şerê navxweyî bê sorkirin. Altan ragihand, qanûn li ser daxwaza leşkeran hatiye rojevê û got, leşkerên ku heta niha ji ber sûcên xwe yên li bajarê Kurdan kirine neketine ber lêpirsînê, bi rêya vê qanûnê xwestine xwe bi temamî garantî bikin. Altan destnîşan kir, artêşa Tirk ketiye rewşeke welê ku bi her awayî bîatê ji AKP'ê re dike û got, "Li holê artêşeke welê heye; bi tank, top, çekên giran û bombeyan êrîşî gelê xwe dike."
Efser Bahadir Altan ê ji Fermandariya Hêzên Hewayî teqawid bûye, zirxa dadgeriyê ya ji bo parastina leşkeran di dawiya meha Hezîranê de ji aliyê meclîsê ve weke qanûnekê hat derxistin, ji ANF'ê re nirxand.
Altan da zanîn, ku divê ewilî nîqaş were kirin bê çima pêwîstî bi derxistina qanûneke bi vî rengî hatiye dîtin û destnîşan kir, ev qanûn li ser daxwaza leşkeran bi xwe hatiye rojevê. Altan anî ziman, leşkerên ku heta niha ji ber sûcên xwe yên li bajarê Kurdan kirine neketine ber lêpirsînê, bi rêya vê qanûnê xwestine xwe bi temamî garantî bikin û diyar kir, haya artêşê jê hebû ku fermanên jê re tê dayîn qanûnî nîne, lewma daxwaza qanûneke bi vî rengî kir. Altan diyar kir, ev qanûn di heman demê de mikurhatina li binpêkirina maf û destûra bingehîn a li bajarên Kurdan e û got, leşkerên mafên mirovan binpê dikin, ji darizandinê ditirsin.
'ARTÊŞA TIRK MÎNA TÎMA XERAKIRINÊ YA TOKÎ YA AKP'Ê DIXEBITE'
Altan ev tespît kir: "Tevî ku Serokkomar Erdogan got, 'mewzûadê deynin aliyekî' jî, ji bo leşkeran ev yek siberojê garantî nake. Lewma divê ev qanûn bi du sernavan were nirxandin. Ya yekê; xuya ye ditirsin ku mîna doza Balyozê di dema pêş de bêjin 'ez hatim xapandin' û generalan, Serokê Fermandariya Giştî jî bixin girtîgehê. Xala duyemîn jî; Desthilatdariya AKP'ê bi rêya vê qanûnê dixwaze destê leşkeran sivik bike. Ev yek nîşan dide, ku AKP wê artêşê hîn bêhtir li hemberî gelê xwe bi kar bîne. Ku ev yek tê wê wateyê; artêş bi temamî di bin fermana AKP'ê de tevdigere."
Altan bi gotina "Li holê artêşek heye, ku bi tank, çekên giran û bombeyan êrîşî gelê xwe dike heye" xeteriya rewşa heyî vegotin û wiha dewam kir: "Li Sûr, Cizîr, Nisêbînê, artêş mîna ekîba xerakirinê ya TOKÎ ya hikûmetê dixebite."
Efserê teqawid Bahadir Altan da xuyakirin, ku AKP a bi salan e pesnê xwe bi "qedandina wesayeta leşkerî" dide, wesayeta xwe ya leşkerî ava kiriye û diyar kir, berê walî û qeymeqamên AKP'ê hebûn, lê êdî general û fermandarên AKP'ê hene. Altan da zanîn, herî zêde leşkerên teqawid an jî îstifa kirine vê rewşê bilêv dikin û anî ziman, ev derdor gelekî aciz e, ku artêş li şûna parastina giştî ya welêt, li şûna parastina sînoran, ji aliyê hikûmetê ve li hemberî gelê xwe tê bikaranîn.
Altan ragihand, temamiya leşkerên berê bîat ji Fethûllah Gulen re dikirin niha bîatê ji AKP'ê re dikin û ev rewş bi gotina "Ji ber ku di koka vê çandê de çanda bîatê heye" vegot. Altan wiha dewam kir: "Di dema me de, ji ber ku hevjîna wan serê xwe dinixumand, rojî digirt zext li efseran dihat kirin. Niha jî ji ber ku tevlî nimêja Înê nabe, tevlî xwendina mewlûdê nabin, zext li efseran tê kirin. Lewma efserên ji dibistanên herbê mezûn dibin, li gorî pîvanan tevnagerin, li gorî dilê desthilatdariyê tevdigerin. Mînak, di dema me de, di salên 1979-1980'î de feraseta 'Hedef ku der bê nîşandan, pîlot neçar e biçe li wir bide' dihat ferzkirin. Em hingî tegmen bû û bi gotina 'Na, em berê tivingê nadin gelê xwe' li dij derdiketin."
'WÊ NIKARIBIN XWE JI DAYÎNA HESAB BIREVIN'
Altan destnîşan kir, ku çanda bîatê ne tenê li nava leşkeran, li nava polîsan jî serdest bûye û ragihand, polîsên ku di dema Tansû Çîller de li destwerdana desthilatdariya siyasî vekirî bû, di dema AKP'ê bi temamî ket bin fermana desthilatdariya siyasî. Altan da zanîn, mîna polîsan, êdî artêş jî bi desthilatdariyê ve zeliqî ye, lewma kîjan qanûn bê xwestin, yekser tê derxistin. Altan destnîşan kir, bi vê qanûnê ve hewl tê dayîn şerê navxweyî were sorkirin û got, divê kes nekeve vê xefikê.
Efserê teqawid Bahadir Altan anî ziman, çi dibe bila bibe ev qanûna hatiye çêkirin wê nikaribe kesî ji darizandinê rizgar bike û Naziyê 94 salî yê li Aûschwîtzê gardiyanî dikir, mînak nîşan da ku berî çend rojan hat cezakirin. Altan got, "Tevî ku bêjin 'min ferman bi cih anî' û li gorî qanûnên dema xwe tevgeriya bin jî, wê nikaribin ji darizandina ji ber sûcên li dijî mirovahiyê rizgar bibin. Ji ber ku dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê re derbas nabe û heta dawiya emr, dest ji mirovan bernade. Piştî bi salan wê karibe bên darizandin. Eger li dijî gel sûcek hatibe kirin, mînak weke wê hovîtiya li jêrzemîna li Cizîrê. Xilasbûna ji darizandina ji ber vî sûcî nepêkan e. Ti qanûn nikare kesekî ji sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê biparêze. Çi li dadgehên navneteweyî, çi jî bi guhertina qanûnan re li dadgehên neteweyî, wê ji sedî sed hesab were pirsîn."